'Werin em bi hev re hêza xwe ya rêxistinkirî mezin bikin'

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di 4. Konferansa Jinan de ku ji aliyê TJA ve li Êlihê tê lidarxistin axivî û destnîşan kir, ku eger jin nebin yek wê tundî zêdetir bibe û got: "Lewma em neçar in hêza xwe ya rêxistinkirî û têkoşîna xwe mezin bikin."

Konferansa 4'emîn a Tevgera Jinên Azad (TJA) di roja 2'emîn de bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" li Êlihê dewam dike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tevlî 4. Konferansa Jinan bû û di axaftina xwe ya konferansê de wiha got: "Di vê konferansê de beşek dilê me li vir e û beşek din jî li gel jinên Îranê ye ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî derdikevin û li ber xwe didin."

Bûldan got: "Beşek dilê me li vir e, beşek din jî li gel Gulten Kişanak, Figen Yuksekdag, Sebahat Tûncelî, Aysel Tûglûk, Gulser Yildirim û bi dehan hevalên mîna wan e ku li girtîgehê tên dîl girtin. Em li ku derê bin, em tên qetilkirin, tacîzkirin û tecawizkirin. Me tune dihesîbînin, înkar dikin. Li ser vê yekê jî mêr li ser me siyasetê dikin."

'HER QETLÎAM, HER TUNDÎ POLÎTÎK Û SIYASÎ YE'

Bûldan da zanîn ku li her derê cihanê tundiyê li jinan dikin û wiha bi lêv kir: "Her qetlîam, her tundî polîtîk û siyasî ye. Em bi fermana reveberên dewlet, hikumet û welatan tên qetilkirin û tundiyê dibînin. Lê bila vê baş bizanibin ji vê demê pê ve wê jin li her derê cîhanê li dijî her curê tundî, qetliam, înkar, îmha û tunehesibandinê li ber xwe bidin."

'JIN, JIYAN, AZADÎ'

Bûldan di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ji bo ku zerer negihije tayê porê jinekê wê jin bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin. Em soza vê cardin li vê kûrsiyê didin. Mêr bila vê baş zanibin tişta ku li Jîna Emînî hat kirin ji bo me li hemû jinan hatiye kirin. Yên ku Jîna Emînî qetilkirin bila baş zanibin, ku li dijî wan sekna jina rêxistinkirî ye. Em zanin eger em yekitiyê ava nekin jinên Kurd û jinên Tirk neyên gel hev û li dijî vê têkoşîn raber nekin wê tundî zêdetir bibin. Lewma em neçar in hêza xwe ya rêxistinkirî û têkoşîna xwe mezin bikin. 'Jin, jiyan, azadî' dirûşmeya me ya hevpar e. Em biçin ku derê cîhanê jî divê em dirûşma, 'Jin, jiyan, azadî' biqîrin."