Jin ji bo Jîna Emînî meşiyan

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin, meşiyan.

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşmeya “Ji qirkirina jinan re êdî bes e, wê sedsala 21’an bibe sala azadiya jinê“ ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin, meşiyan. Gelek jin tev li meşê bûn.  Meş li pêş hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada Şehîdan a rojavayê taxê rawestiya.

Li vir ewilî endama Kongra Star, Suad Hesen axivî û got: “Di sala 2012’an de serhildana gel a Şêxmeqsûd bi Şehîd Gulê Selmo re dest pê kir, ku wê demê hêzên hikûmeta Şamê Gulê Selmo hedef girt ji ber ku ew jineke azad û têkoşer bû, îro jî serhildana li Îranê dê bibe serhildana azadiya jinan.”

Piştre Hevseroka Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Hêvîn Silêman pergalên dîktator ên ku li dijî îradeya gelan nexasim îradeya jina azad disekinin, şermezar kir. Hêvîn Silêman diyar kir ku rêjîma Îranê di bin siya Îslamê de sûcên qirêj dike.

Piştî axaftinan jinan porê xwe birîn û çarikên xwe şewitandin.