Di xwepêşandanên Îran û Rojhilat de 50 kes hatin kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku di xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 50 kes hatine kuştin. Her wiha hate ragihandin ku gelek kes jî hatine destgîrkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya 7 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emîn (22) a li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve dest pê kiribûn, eşkere kir.

50 KES HATINE KUŞTIN, GELEK KES JÎ HATINE DESTGÎRKIRIN

Rêxistinê destnîşan kir ku di xwepêşandanan de heta niha 50 kes hatine kuştin û gelek kes jî hatine destgîrkirin.

Her diçe xwepêşandan belav û xurt didome. Hate ragihandin ku  bi kêmanî li 80 bajarên mezin û biçûk xelk daketine kolanan û nerazîbûn nîşan didin. Hate ragihandin ku li bajarên Babol, Amol û Rizanşare yên bakûrê Îranê jî hinek çalakvan hatine kuştin.

BI ÇEKÊ TÊ HEDEFKIRIN

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku xwepêşander bi demançeyê hedef hatine girtin.

Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî bûyerên li herêmê rû didin helwestên xwe nîşan bidin.