Jin li qadan in: Em qîrîna Jîna Emînî ne

Jinên Kurd li bajarê Basel û Aaraûyê daketin qadan û qetilkirina Jîna Emînî ku li Tehranê bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, protesto kirin û gotin: “Em qîrîna Jîna Emînî ne.“

Hêrsa jinan li dijî qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ên Îranê ve li Swîsreyê jî danayne. Jinan, bi lidarxistina çalakiyên li Basel û Aaraûyê pergala dewleta Îranê protesto kir û wê 24’ê Îlonê jî bi heman armancê li bajarê Zurîhê bi meşeke girseyî li dar bixin.

BASEL

Bi banga Meclîsa Jinan Ronahiyê, li bajarê Basel ê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Bi dehan jinên ji her pêkhateyê li Claraplatzê hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“, “Bijî berxwedana Rojhilat“ meşiyan Marktplatz a ku Parlamentoya Kantona Baselê lê ye. Şêniyên kantonê jî piştgiriya çalakgeran kir.

Jinan, bi lidarxistina mîtîngekê qetilkirina Jîna Emînî protesto kir û piştgirî da berxwedana li Îran û Rojhilat berdewam e.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan Ronahiyê hat dayîn de, îşaret bi wê yekê kirin ku wê civak bi têkoşîna azadiyê ya jinan azad bibe û hat destnîşankirin ku wê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan heta bi serkeftinê dewam bike.

Girse bi pişt re dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

AARAÛ

Jinên li Bahnhofplatz a li Aaraûyê hatin ba hev, mîtîngek li dar xistin. Çalakî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di şexsê Jîna Emînî de ji bo jinên hatine qetilkirin find hat vêxistin. Qasekê xweş bi Elmanî û Kurdî dirûşma “Jin, jiyan, azadî“ hat berzkirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Aarûyê Dîlan Çetînkaya wiha axivî: “Em îro şînê nakin. Serî radikin. Ji bo ku di şexsê Jîna Emînî de bibin dengê jinan em li vir in. Berxwedana li Rojhilat dest pê kir li hemû cîhanê belav bû. Em ê li xwedîderketina li vê berxwedanê dewam bikin.“

Çalakî, piştî xwendina metinê ji bo çapemeniyê yê bi Elmanî, bi çalakiya rûniştinê bi demeke kurt dewam kir.

Jinan banga tevlêbûna meşa navendî ya wê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê û saziyên jinan 24’ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bê lidarxistin kir û meş bi dawî bû.