Jinên Iraqî-Kurd daxwaz kirin ku pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bê girtin

Çalakvanên Jin ên Pêkhateyên Iraqê bal kişand ser êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku pêşiya êrîşan bê girtin û qada hewayî ji firînê re bê girtin.

Komek Çalakvanên Jin ên Pêkhateyên Iraqê li Bexdayê hatin ba hev û li ser êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser serweriya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya jinan wiha ye:

‘TAVILÊ DIVÊ BI RÊBAZÊN GUNCAV PÊŞIYA ÊRÎŞ Û KOMKUJIYÊN TIRKIYE BÊN GIRTIN’

“Pêşiya dronên Tirkiye bigirin ku êrîşî ewlehî û aramiya herêmê û dîsa gelê Kurd û gelên Iraqê dikuje.

Êrîşên dewleta Tirk bi taybet balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk ser xaka Iraqê û navçeyên Herêma Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di van êrîşan de jîngehên welatiyan tên hedefkirin, gelek kes şehîd û birîndar bûne. Li vir tavilê divê rê û rêbazên guncav bê peydakirin ji bo pêşî û rêgirî li êrîşên komkujî yên dewleta Tirk pêk tînin ku ewlehî û aramiya Iraqê xirab dike û xaka Iraqê derbas dike û herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê.

‘JIN Û ZAROK DIBIN QÛRBANÎ’

Hemû em dizanin dewleta Tirk  bi serokatiya Erdogan dijminê gelê Kurd û taybet jî dijminê jinan e. Li ser neteweyên mîna Kurd, Ereb, Ermenî, Êzidî û gelên din komkujî dike. Di van êrîşan de zêdetir jin û zarok dbin qûrbanî, herî zêde ziyan digihêjin wan. Rejîma Erdogan hevalê kesê nîne, dixwaze bi êrîşên esmanî û bejahî xewn û xeyalên împaratoriya Osmanî ku bi gelan pêk hatiye, li ser axa Iraqê zindî bike.

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ PEYMANA NY’YÊ YE’

Ji bo wê em komek çalakvanên jin bi hemû pêkhateyên Iraqê re, van êrîşan şermezar dikin; didin nîşandan ku ev zêdegavî serweriya niştimanî binpê dike, fikarên xwe yên li ber van êrîşên dewleta Tirk û dîsa berfirehkirina dagirkeriyê ya li ser xaka Iraqê destnîşan dikin. Ev yek jî vekirî û eşkere li dijî pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ku li gorî benda yekem û madeya yekem û benda çarem û madeya duyemîn a Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945’an e.

‘QADA HEWAYÎ BIGIRIN Û ÊRÎŞÊN BEJAHÎ BIDIN SEKINANDIN’

Ji bo wê daxwaz ji cıvata navneteweyî dikin ku meclîsa giştî ya neteweyên Yekbûyî û nûnertiyên wan dikin ku qada hewayî ya Iraqê ji bo firînê qedexe bike, her wiha êrîşên bejahî ku têde çekên qedexekirî tên bikaranîn jî bide sekinandin.

Her wiha daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin erkê xwe yên li ber sekinadin û destdirêjiyên ser bi xaka Iraqê pêk bîne. Ev yek jî dikeve çarçoveya desthilata xwe ya li gorî benda yekem û duyem a madeya 110 a Destûra Bingehîn a Iraqê ya sala 2005’an.

Qedexekirina esmanên Iraqê yên balafirên Tirkiye tê wateya rawestandina komkujiyên Tirkiye, jenosîdên netewî, koçberî, guherîna demografî û qirkirina xwezayê, dîsa tê wateya parastina serweriya Iraqê û parastina ewlehî û aramiya Herêma Başûrê Iraqê.”