Li gelek welatan qetilkirina Jîna Emînî hate protestokirin

Ji Los Angelesê heta Bêyrûdê ji Madrîdê heta Atînayê li hemû kolanên dinyayê, piştgiriya berxwedana li Îran û Rojhilat hate kirin.

Piştî ku Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê ‘Polîsên exlaqê’ ve bi êşkenceyê hate qetilkirin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê UST’ê di van xwepêşandanan de herî kêm 50 kes hatine qetilkirin. Ji xeynî Tevgera Jinên Kurd û jinên Îranê li gelek dera dinyayê bi hezaran kes daketin qadan û ji bo piştgiriyê jinên li Îranê li kolanan kom bûn.

Di 22’ê Îlonê de li Los Angelesê nêzî hezar kes ji bo qetilkirina Jîna Emînî protesto bikin daketin kolanan. Jinan di vê çalakiyê de diyar kirin ku laçik wekî çekê tê bi kar anîn û ev hovîtî danîn ber qetilkirina Georges Flyod ê ku di sala 2020’an de li DYE ji aliyê polîsên DYE hatibû qetilkirin.

Piştî xwepêşandanê jin ji bo bîranîna Jîna Emînî kom bûn û li ber portreya wê mûm vêxistin.

Çalakiyeke wisa li New Yorkê jî hate kirin.

Di 23’ê Îlonê de komeke qelebalix li pêşiya Deriyê Brandenbûrg a Berlînê wêneyê Jîna Emînî hildan. Sê jinên Îranê li ber çavê gel porê xwe jê kirin û laçika xwe avêtin nav agir.

Li Madrîdê jî endamên Femenê li pêşiya deriyê Balyozxaneya Îranê nivîsa ‘Femen bi jinên Îranê re ye’ li ser bedena xwe nivîsandin û xwepêşandanek kirin.

Li bajarê Atîna yê Yewnanistanê jî li pêşiya Balyozxaneya Îranê çalakiyek hate kirin.

Li bajarê Bêyrûdê yê Lubnanê jî jinan li qadeke çalakiya rûniştinê kirin.

Îro jî wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û komeleyên Îranê li gelek bajaran çalakiyên protestoyê werin lidarxistin.