Li Koln, Saarbrucken û Bordeaûxê ji bo Jîna Emînî çalakî hatin lidarxistin

Li bajarên Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî qetilkirina Jîna Emînî bi çalakiyan hat protestokirin.

Li dijî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Koln û Saarbrucken ên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê çalakî hatin li darxistin.

KOLN

Qetilkirina Jîna Emînî li îstasyona trenan a navendî ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Çalakî, bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. PJAK, KJAR, Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê û Komalayê mîtîng organîze kir. Kurd, Elman, Faris û ji tevgerên çepgir ên şoreşger ên Tirkiyeyê jin tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de pankart û dowîzên, nivîsên protestokirina qetilkirina Jîna Emînî li ser nivîsandî, hatin hilgirtin. Helbestên bi Soranî hatin xwendin û stran hatin gotin. Komek a jinên Kurd jî performansek a şanoyî ya ya şehkirina porê Jînayê bi temsîlî pêşkêş kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin.

Li ser navê KJAR’ê Cemîle Bokan, li ser navê Meclîsa Jinan a Viyanê ya Kolnê Berîvan Başûr, li ser navê Dîe Lînkeyê Hamîde Akbayirê di axaftinên ku kirin de wiha gotin: ‘’Êrîşa li Jîna Emîniyê hat kirin, xeleka dawîn a zext û êrîşên dewleta Îranî li dijî jinan e. Serhildana li Rojhilat û Îranê, mînaka herî berbiçav a xwestina azadiyê ya jin û gelan e.’’

Koma Jinan a Zorayê, nûnerên PJAK û rêxistinên cuda jî bi axaftinên ku kirin, qetilkirina Jîna protesto kirin û banga geş kirina têkoşînê kirin.

SAARBRUCKEN

Qetilkirina Jîna Emînî li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî bi mîtîngekê hat protestokirin. Bi sedan kesên ji neteweyên cuda ku tevlî çalakiyê bûn, polîtîkayên nîjadperest û qirker ên dewleta Îranê protesto kirin.

Çalakî, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Şîrîn Elemhûlî hat kirin. Di çalakiyê de nûnerên gelek gelan jî axivîn. Di axavtinan de polîtîkayên qirkirina jinan ên dewleta Îranê hatin şermezarkirin. Jinan, di vê çalakiyê de jî porê xwe jê kir û peyama piştevaniya ji bo jinên berxwedêr ên li Rojhilat û Îranê da.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê îro saet di 15.30’an de ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat qetilkirin, li Qada Grande Théâtreê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat lidarxistin. Îranî û Fransî jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de belavokên bi Fransî jî hatin xwendin.

Ji bo protestokirina êrîşa dewleta Îranê, jinekê, porê xwe jê kir, jinek a din tilbenta xwe şewitand. Çalakî nêzîkê du saetan dewam kir û bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi dawî bû.