Nivîskarê Morîtanyayî: Jin a Kurd sembola jiyana azad e

Nivîskarê Morîtanyayî yê ciwan Mihemed Elemîn diyar kir ku jin a Kurd sembola jiyana azad e û got, "Ti hevok nikarin lehengiya jina Kurd a ku ji kaniya fikrê Ocalan vexwariyê, şîrove bike."

Nivîskarê ciwan ê Morîtanyayî Mihemed Alemîn li ser lehengiya jinên Kurd û pêşengiya wê ya ji Şoreşa Rojava re nivîsî.

Mihemed Elemîn ji paytexta Morîtanya Newakşotê ye. Li zanîngehê beşa wêjeyê dixwîne. Demeke dirêj e nivîs û çîrokan ji bo rojnameyên Morîtanyayê re dinivîsîne.

Ji ber ku têkoşîna jina Kurd û bi taybet di şoreşa Rojava de bandoreke mezin li Mihemed kir, wî çîroka şehîd Barîn Kobanê nivîsand û di Rojnameya Elweten ya Morîtanî de belav kir.

Derbarê nivîsandina çîroka Şehîd Barîn Kobanê û bandora lehengiya jina Kurd, ciwanê Morîtanî Mihemed Elemîn ji ANF'ê re axivî. 

Mihemed Elemîn diyar kir ku wî destpêkê bi rêya hevalekî xwe yê Kurd şoreşa Rojava nas kir û wiha got: "Piştre min bi rêya destgehên çapemeniyê yên Tevgara Azadiya Kurdistanê, şoreşa Rojava, felsefeya Rêber Apo û lehengiya jina Kurd jî nas kir. Bi rêya xwendina pirtûk û ajansên Kurdî, ez ketim kûrahiya dîroka doza Kurd û Kurdistanê; min pêşeng, têkoşer û berxwedêrên Kurdan nas kirin."

'JINÊN TÊKOŞER ÊN LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ MÎNAKA AZADIYÊ NE'

Tişta ku herî zêde bala Mihemed kişandî têkoşîna jinên tevgera azadiyê ya di Şoreşa Rojava de bû. Mihemed li ser mijarê wiha axivî: "Çawa gelekî ku bi sedê salan zilm û zordarî lê hatiye kirin, di komkujiyan re derbas bûye, mafê jiyanê jê hatiye stendin, zimanê wan qedexe bûye, dikare serî rake û dijminên xwe li ber lehiya têkoşînê bibe. Ev rastiyeke û ev gel jî gelê Kurd e. Lê ya herî girîng ku bandoreke mezin li mirovan dike, jin a Kurd e. Ev jina ku dîrokeke wê ya dirêj bi têkoşînê re heye û jinên cîhanê hêza xwe ji têkoşîna wê girtine. Jinên li çiyayên Kurdistanê ev zêdeyî 45 sal in li hemberî dagirkerên xaka xwe serî hildidin, bûne mînaka têkoşîna azadiyê."

'JINA KURD PÊŞENGA JINÊN AZADÎXWAZ E'

Mihemed diyar kir ku ti hevok nikarin têkoşîna jinên Kurd şîrove bikin û wiha got: "Ya ku mirov matmayî dihêle, çawa li deverekê weke Rojhilata Navîn, ku jin ji tevahiya mafên xwe bêpare û nasnameya wê tune ye, jinên Kurd serî radikin û pêşengiya şoreşê dikin, dibin pêşengên jinên azadîxwaz yên cîhanê. Bi rastî mirov matmayî dimîne, tu hevok nikarin têkoşîna jina Kurd a ku ji kaniya fikrê Rêber Ocalan vexwariye, şîrove bike. "

Dema ku Mihemed Elemîn Şoreşa Rojava dişopîne, ji gelê Kurd hez dike, fikr û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve dixwîne. Ew fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava ji bo hevalên xwe yên zanîngehê şîrove dike. Her wiha  ew dixwaze serdana Rojava bike û di nava gelê têkoşer de hinekî bimîne.

Mihemed Elemîn da xuyakirin ku jina Kurd sembola têkoşînê ye û axaftina xwe wiha qedand: "Jina Kurd sembola têkoşîn û berxwedanê ye; sembola azadî û bedewiyê ye. Pêşenga jinên cîhanê û ya nifşên nû ye. Dema min, çîroka Şehîd Barîn Kobanî nivîsand, min hîs dikir ez di nava gelê rojava de me. Her kesên ku çîroka Şehîd Barîn xwendî, xwest ji nêz ve Şoreşa Rojava nas bike."