Li Dîlokê Îran hat protestokirin, berxwedan hatin silavkirin

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê, li Îranê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî şermezar kir û berxwedan silav kir.

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê bi armanca protestokirina qetilkirina jina Kurd Jîn Emînî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû kuştin, li Parka Yeşîlsû daxuyaniyek da. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmut Togrul, Hêzên Ked û Demokrasiyê, nûnerên sazî û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn.

'EM Ê BI HEV RE CÎHANEKE AZAD AVA BIKIN’

Li ser navê platformê Sînem Erener daxuyanî da. Erener diyar kir ku di serî de li Îranê û li tevahiya cîhanê qetilkirina Emînî bi çalakiyan hat şermezarkirin û got: "Li Îranê her ku diçe desthilatdarî têk diçe. Polîs bi êrîşan dixwaze desthilatdariyê li ser piyan bihêle. Lê belê divê baş bê zanîn ku di serî de jin wê berxwedana xwe bidomîne.

 Erener got, “Têkoşîna Jîna têkoşîna me ye. Di şexsê Jîna de em soz didin jinên ku hatine qetilkirin, em ê têkoşînê bi serhildana gel re bikin yek û bi berxwedanê re jî cîhaneke azad ava bikin."