Rojnamevanên ku nûçeyên li ser Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin

Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin.

Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin.

Nîlufer Hamedî ya ku yek ji wan nûçegihanên pêşîn e ku nûçeyên çalakiyên ji bo Jîna Emînî jî çêkiribû hate destgîrkirin. Di heman demê de nûçegihana fotoyê Yelda Meîrî û nûçegihana ekonomiyê Fatîam Rajabî jî duh şev hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku Women în Joûrnalîsmê duh şev dema nûçegihan û çalakvan hatine destgîrkirin, şîddet li nûçegihan û çalakvanan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî ku polîsan girtine ser mala Fatîma Rajabî nayê zanîn ku Rajabî li ku ye.