Sal û 6 meh ceza li nûçegihana JINNEWS‘ê hat birîn

Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh û 27 roj cezayê girtîgehê li nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onverê hat birîn.

Rûniştina doza nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver ku ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya "popagandaya rêxistinê" lê hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê hat lidarxistin. Rojnamevan Onver û endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Harîka Gunay Karataş li Edliyeya Geverê bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li rûniştinê bûn. Her wiha nûnerên MLSA'yê û rojnamevan jî tev li rûniştinê bûn. Di rûniştina ewil de dozger xwestibû ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Onverê bê birîn.

Piştî tespîtkirina nasnameyê Onverê parastina xwe ya berê dubare kir û doza beraetê kir.

Parêzer Karataşê jî bal kişand ser delîlên polîsan û destnîşan kir ku ev delîl dijî hiqûqê ne û wiha got: "Dozên bi vî rengî ji bo pêşî li ber çapemeniya azad bê girtin tên vekirin." Karataşê anî ziman ku ew van sûcên tên îstinadkirin qebûl nakin û wê jî doza beraeta muwekîla xwe kir.

Heyeta dadgehê jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" sal û 6 meh û 27 roj cezayê girtîgehê li Onverê birî û ceza taloq kir.