Li dijî qetilkirina Jîna Emînî li Strasboûrg û Montpellîerê çalakî

Ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate qetilkirin, li bajarên Strasboûrg û Montpellîer ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo Jîna Emînî ya ku li Îranê hate qetilkirin, li bajarên Strasboûrg û Montpellîer ên Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ser banga Însiyatîfa Jinên Îranî û piştgiriya Însiyatîfa Jinan a Zîn ji bo Jîna Mehsa Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin çalakiyek hat lidarxistin. Rêxistinên cur be cur ên jinan û parlamenter tevlî çalakiya ku li Place Gûtenbergê hat lidarxistin, bûn.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de bal hat kişandina ser dijminahiya dewlet û olê ya li hemberî jinan. Di axaftinan de qala têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir hate kirin û hate gotin ku Komara Îslamî ya Îranê li ser esasê koletiya jinê hatiye avakirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya jinan, wê şoreşê pêk bîne û her wiha banga tolhildana hemû jinên ku ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin hate dayîn.

Piştî axaftinan çalakvanên ji Însiyatîfa Jinan a Zîn jî porên xwe qut kirin û bal kişandin ser çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Place Comedîe bi pêşengiya TJF-Montpellîerê hate lidarxistin, her wiha Komara Îslamî ya Îranê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku di şexsê Jîna Emînî de hemû jinên ku hatine qetilkirin, şehîdên têkoşîna jinan e.

Di çalakiyê de hate tekezkirin ku Têkoşîna Jinên Kurd, têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan e û hate gotin ku divê jin li hemû derê rabin ser pêyan.