Kemanger: Jin bi zanebûn û têgihiştî li dijî sîstema Îranê serî hildidin

Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger diyar kir, ku eger sîstema Îranê li her derê bi ser jinê de tê, jin jî wê her tax û kolanê bike qada têkoşîn û serhildanê.

Berpirsyara Dîplomasiyê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger têkildarî serhildan û raperîna piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji ANF’ê re axivî. Kemanger anî ziman ku jin li ber vê sîstema Îranê serî hildane û wê bi xwe mafê xwe bi dest bixin.

'HÎŞMENDIYA MÊRKUJ, MAFÊ JINÊ NAPARÊZE'

Kemanger bal kişand ser hişmendiya Îslamî ya mêrserwer a dijminê jinê û got: “Em rû bi rûyê hikûmraniyek welê ne ku hişmendiya wê mêrserwer û jinkuj e. Hişmendiyeke jinkuj be mafê jinan naparêze. Jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rû bi rûyê her cure tundiyê dibin. Li vî welatî gelek jin xwe dikujin, tên kuştin. Zindan tije ne bi jinên ku daxwaza mafê xwe dikin. Li Îranê jin çi li mal, çi jî kolanê û nava civakê nikarin bibêjin garantiya jiyana wan heye.”

'SÎSTEMA ÎRANÊ BI RENGÊN CUDA ÊRÎŞÊ JINAN DIKE Û DIKUJE'

Kemanger qala nêzîkatiya sîstema Îranê ya dijminatiya li jinan kir û wiha pê de çû: "Li Merîwanê Şilêr Resûlî ji bo ji aliyê mêrek ê ser bi sîstemê ve dest dirêjî lê neyê kirin, xwe ji avahiyek du qatî avête xwarê û jiyana xwe ji dest da. Piştî wê li bajarê Tehranê jineke 22 salî Jîna Emînî bê sedemek bê nîşandan hat qetilkirin. Ferzkirina hîcabê yan jî girtina serê xwe li jinan bûye yek ji sedema têkoşînê. Gelek tiştên din jî hene. Sîstema Îranê bi rê û rêbazên cuda li ser civakê û bi taybetî li ser jinan ferz dike. Kîjan sîstema mêrperest mafê jinê parastiye? Di nava sîstemeke wiha de çawa mirov li bendê bimîne ku mafê jinan biparêze. Jinek dema li malê tê hepskirin, bi reng û rêbazên cuda jinek a ciwan tê kuştin an di temenekî biçûk de tê zewicandin, mirov çawa dikare bibêje mafê jinan tê parastin." 

'ÊRÎŞ HEBIN EM DIKARIN HEMÛ TAXAN BIKIN QADÊN SERHILDANÊ'

Kemanger bal kişand ser serhildan û raperîna xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî û wiha dom kir: "Eger ku serhildan pêk tên hemû sedem ev in. Eger ku civak azad be wê çima serî rake? Ew tiştên van deh rojên dawîn ku me dîtin ji Merîwanê dest pê kir, gelek kes û jin rabûn piştre belavî derdor û heta Tehranê jî bûn. Jin ne tenê li Kurdistanê li tevahiya Îranê rastî êrîşa sîstema serwer a mêr dibin. Dema em li dîroka sîstema Îranê dinêrin û bi taybetî van 40-45 salên dawîn xwepêşandan û serhildanên jin û civakê çêbûne û demdirêj in. Hinek kurt û hinek jî dirêj ajotine. Ji bo vê em dibînin di vê mijarê de têgihîştinek heye. Potansiyeleke xurt a jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heye. Me KJAR jî daxuyanî da ku eger sîstema Îranê ewqasî zext û kolanan dike cihê êrîşê, em jin jî dikarin hemû tax û kolanan bikin cihê berxwedan, têkoşîn û serhildanê. Eger jinek rewşa li nav fam neke, nikare têbikoşe. Jinan dane nîşandan ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi tenê qurbanî ne. Tiştên ku jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dan ew e ku mirov ji bo azadiya xwe divê bihayek bide ku ew jî can be. Çima vî canî didin, ji bo siberojekê ava bikin. Ev hemû encama wê yekê ne ku jinan ji rewşa heyî fam kirine, sîstem nabe çareserî ji bo hêvî û daxwazên wan, êdî em neçar in siberoja xwe bi xwe ava bikin. Ev hêrs û kînek a 45 salan e, ji bo wê ev çalakî wê dirêj bibin." 

'JIN, JIYAN AZADÎ'

Kemanger li ser dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' axivî û ev tişt got: "Sê peyv in, sê wateyên girîng in. Ev sê peyv ji ku derket in, divê baş bizanibin. Di nava civakê de ku heqîqet jin jiyan e. Kurdistan xwedî dîrokeke welê ye ku bi hezaran sal jinan civak bi rê ve biriye. Jin bûne hêviya jiyanê ya civakê. Jiyan parastiye û gelek bingehên exlaqî daniye. Eger piştî bi hezaran salan jin dîsa heman dirûşmê berz dikin, gihane wê yekê ku jin çavkaniya jiyanê ne. Niha ev dirûşim li seranserê tê berzkirin. Felsefeyeke mezin li pişt van sê peyvan heye. Ev dirûşim ne tenê li Kurdistanê li hemû Zanîngehên Îranê hem bi Kurdî û hem jî bi Farisî hatin berzkirin. Gihan wê yekê ku netewe çi dibe bila bibe, derdekî  hevpar ê me heye ku jin e. Gihan wê yekê ku jin azad nebe civak azad nabe. Hemû civak giha wê qenetê ku jin li nava civakê azad nebe, civak azad nabe. Bi ruh, fikir û hişmendî gihan wê qenetê ku bi xwe dikarin têbikoşin, êdî jin nabin qurbanî."

'JI BO BI SER BIKEVIN DIVÊ PIŞTA HEV BIGIRIN'

Di dawiya axaftina xwe de Kemanger diyar kir ku xelk ji vê sîstemê pir aciz e, bi hêrs e û got: “Bêdeng jî nabe. Tişta niha ya herî esas girtin pişta hev e. Ji bo dawî li hişmendiya mêrserweriyê bînin, divê weke jin bibin pêşeng, piştgiriya hev bikin. Em pişta hev negirin, sibe dor tê yeke din. Ji bo dawî li vê sîstemê bînin, em neçar in hev bigirin û bi xwe mafê xwe bi dest bixin. Ji bo jiyaneke azad, can tê fedakirin."