YJK-E: Li dijî qirkirina jinan di 23-24’ê Îlonê de dakevin qadan

YJK-E’yê banga xwedî derketina li çalakiyên ku wê 23-24’ê Îlonê li dijî polîtîkayên qirkirina jinan li bajarên Elmanyayê organîze bikin, kir û got: “Em bibin dengê Anûş û Cansûyê.“ Tevgerê roj û cih û dema çalakiyan jî eşkere kirin.

Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) ji bo Jina Emînî û leşkera jin a Ermen ku ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve bi tecawiz û êşkence hat qetilkirin û Cansû Kara ya li Elmanyayê hat qetilkirin wê sibê li Stûttgartê, roja Şemiyê jî li Dortmûnd, Hambûrg, Saarbrucken û Kolnê çalakiyan organîze bike.

YJK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî banga bilindkirina dengê xwe li jinên Kurd kir.

Di daxuyaniya YJK-E’yê de wiha hat gotin:

“Qetilkirina Jîna Emînî, qetilkirina leşkera jin a Ermen Anûş Abetyan bi tecawiz û êşkence ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve û qetilkirina Cansû Kara li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê, careke din nîşanê mirov da ku jin bi destê pergala baviksalariyê û dewleta parêzkarê wê tên qetilkirin. Em ku dibêjin kuştina jinan polîtîk e tiştê em dixwazin bibêjin ev e. Bi mehrûmkirina jinan ji parastinê hewil didin ku civakeke kole ava bikin. Lê gava jina bi dilê xwe ava nakin gora wê dikolin û dixwazin bi vî awayî civakê dîzayn bikin.

Li dijî têkoşîna jinan a bi sed salan şerê serweriyê dikin. Jin li dijî vê bi analîzkirina pergalê, bi rêxistinbûnê, bi têkoşîna xwe ya li qadan, bi şer nîşan didin ku ew ê serî netewînin û xweparastin maf e. 

Em jinên Kurd jî ji bo teşhîrkirina êrîşên li dijî jinan û teşhîrkirina sûcdaran da ku sûcdar bi cezayê heq dikin bên cezakirin û edalet bê rastkirin em derdikevin qadan.

Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û em dixwazin bidin xuyakirin ku bi xwedî derketina li çalakiyên wê bên lidarxistin divê em bibin dengê Jîna, Anûş û Cansûyê.“

Cih û saetên çalakiyan wihane:

Stûttgart

23.09.2022

Saet 16.00

Cih: Konîgstraße 21

Dortmûnd

24.09.2022

Saet: 13.00

Cih: Steînstr. 44, Cînestar

Hambûrg

24.09.2022

Saet 14.00

Cih: Sternschanze Bahnhof

Saarbrucken

24.09.2022

Saet 14.00

Cih: Europagalerîe

Koln

24.08.2022

Saat 13.00

Cih: Bahnhofvorplatz