Konferansa Jinan a TJA'yê di roja duyemîn de didome

4. Konferansa Jinan a ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Êlihê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Konferans bi dirûşmeya “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” hat organîzekirin.

Konferansa ku têde 700 delege ji çar aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cil û bergên gelêrî yên rengîn beşdar bûn, bal kişand.

Li salona konferansê ya ku bi tilîliyan govend hatin gerandin, pankartên li ser wan hatibû nivîsandin, “Xweparastin ne sûc e, maf e”, “Bijî têkoşîna jinê ya gerdûnî”, “Jin, jiyan, azadî”, “Qetilkirina jinan siyasî ye”, “Dem dema azadiya jinê ye” û “Ji serhildanê heta berxwedanê, ji berxwedanê heta azadiyê” hatin daliqandin.

PEYAMA AYŞE GOKKAN

Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a li girtîgehê dîl tê girtin, di peyama xwe ya ji bo 4'emîn Konferansa Jinan de got, “Heta ku tecrîd bê şikandin em ê li berxwe bidin.”

Peyama Gokkan wiha ye:

“Jin ji Afrîqaya Başûr heta Rojhilata Navîn, Tirkiye û 4 parçeyên Kurdistanê ji bo jiyaneke azad li dijî faşîzm û dîktatoran li berxwe didin û pêşengiya civakê dikin. Ji ber vê yekê bi komkujî, tundî, girtin, tacîz û destavêtina dîktatoran re rû bi rû dimînin. Îro ji ber polîtîkayên van rejîman bi hezaran jin dîl hatine girtin.Em di zindanan de bin jî mejî û ruhê me azad e. Jin bi ruhekî azad li dijî rejîma baviksalarî li berxwe didin. Em jin, heta gelê me azad bibe em ê li berxwe bidin. Bi van hestan ez 4. Konferansa Jinan silav dikim. Heta ku tecrîd bi dawî bibe û heta jin azad bibin em ê li berxwe bidin. Ez we jinên hêja silav dikim.”

Di konferansê de jinên ciwan wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz, Pinar Gultekîn, Firdevs Babat, Gulîstan Dokû, Gerîbe Gezer û Jîna (Mahsa) Emînî yên di dîrokên cuda de hatin qetilkirin hilgirtin.

JÎNA EMÎNÎ HAT BÎRANÎN

Di roja duyemîn a konferansê de endama TJA'yê Zeynep Boga ku axaftina vekirinê ya piştî hilbijartina meclîsê kir, diyar kir ku li gelek deverên cîhanê berxwedana jinan çêbûye û jin pêşengiya berxwedanê dikin.

Boga anî ziman ku Rojhilata Navîn yek ji van qadên berxwedanê ye û got, “Berxwedana ku piştî qetilkirina Emînî destpê kir, berxwedana li dijî feraseta ku jinê weke kole dibîne ye.”

Endama TJA'yê Bêrîvan Ertel jî Jîna Emînî bi bîr anî û got, “Yên ku Jîna qetil kirin bila zanibin ku jin desthilatdarî û rejîma we bi erdê re dikin yek.”

TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN

Ertel her wiha bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got.

“Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ku li dijî paradîgmaya serdest a mêr destketiyeke nû ya dîrokî çêkir, nayê qebûlkirin. Polîtîkayên tecrîdê xitimandine, kûrkirina şer, xizanî, krîz, kaos û herî zêde jin têdikoşin. Li dijî van polîtîkayan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ertel îşare bi kiryarên Nobeta Edaletê jî û wiha dom kir: “Nobeta Emîne Şenyaşar nobeta jinan e. Werin em xwedî li nobetên wijdanê yên dayikan derkevin. Jinên li Efganistanê ku li dijî zîhniyeta Talîbanê li welatên xwe dimînin û li dijî vê zilmê têdikoşin, hêviyê diafirînin. Ji jinên ku ji bo Peymana Stenbolê û temsîliyeta wekhev têdikoşin re silav. Weke tevgera jinê em hêza xwe ji rêxistinbûn û têkoşîna xwe ya mafdar digirin. Em ti carî bi sînorên ku ji aliyê dewleta serdest a mêr ve hatine xêzkirin xwe sînordar nakin. Berxwedan nasnameya têkoşîna me ye. Têkoşîna jinê wê li hemberî hemû zextan bi ser bikeve. Tevgera jinên Kurd TJA ku li dijî îstîsmara netew-dewletê, li dijî qirkirina jinê û ekolojiyê têkoşîna xwe didomîne û ji bo azadiya civak û jinê têdikoşe, wê têkoşîna xwe bidomîne.”