Li Sîdneyê ji bo Jîna Emînî çalakî hat lidarxistin

Ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê hat qetilkirin, li bajarê Sîdney ê Awûstraylyayê çalakiyek hat lidarxistin.

Li bajarê Sîdney ê Awûstraylyayê ji bo Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve hatibû qetilkirin,  çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî, bi pêşengiya jinan Kurd li Town Hall Squareyê hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi banga Komuna Jinan a Sîdneyê û bi piştgiriya komîteya ciwanan hat lidarxistin de, êrîşên dewleta Îranê yên bi ser jinan de hatin protestokirin.

Gelek nûnerên partiyên siyasî û endamên Meclîsa Şaredariya Sîdneyê jî tev li çalakiyê bûn.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de îşaret bi pêşengiya jinan a di têkoşînê de hat kirin û hat diyarkirin ku Komara Îslamî ya Îranê li ser koletiya jinan ava ye.

Di çalakiyê de banga serhildanê li hemû jinên cîhanê ji bo Jîna Emînî û hemû jinên ji aliyê mêr û dewletan ve hatine kuştin hat kirin.