Wêneyê Jîna Emînî bi Sûrên Amedê ve daliqandin

Jinan pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser, bi sûrên Amedê ve daliqand û jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber xwe didin silav kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo piştgiriyê bidin serhildana jinan a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir, li Deriyê Mêrdînê yê navçeya Sûra Amedê daxuyanî dan û posterê Emînî bi Sûran ve daliqandin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag, Feleknas Ûca, Remziye Tosûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê jinan pankarteke mezin a wêneyê Amîniyê li ser û bi Kurdiya kurmancî nivîsa "Serhildana Jinan Silav Dikin Jin Jiyan Azadî" li ser nivîsandî vekirin.

Beriya daxuyaniyê polîsan ji jinan re got bi Sûran ve daliqandina pankartê dê zirarê bide tevna dîrokî ya Sûran. HDP'iyan jî pankarta ku qeyûm bi Birca Keçikê ve daliqandiye nîşan dan û bertek nîşanî polîsan da.

Di çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku jin ji aliyê heman desthilatan ve tên qetilkirin û wiha got: "Ji roja ku Jîna hatiye qetilkirin heya niha li Rojhilat û Îranê ji bo azadiya jinê çalakiyên mezin tên lidarxistin. Kesên divê hesab bidin, eynî wekî vira hewl didin bi darê zorê hêrs, îtiraz û daxwazên jinan bitepisînin. Ev çend roj in li Îranê jin û mêr li hemberî vê feraseta tekparêz daketine kuçeyan. Ev kes ji ber ku bi awayekî demokratîk berteka xwe nîşan didin tên qetilkirin, birîndarkirin û bi êrişan re rû bi rû dimînin. Lê jin her îtiraza xwe bilind dikin. Em ji vir, ji Amedê gelê Rojhilatê yê li hemberî vê pergalê dengê xwe bilind dike û li kuçe û qadan e silav dikin û em dibêjin em li cem berxwedana wan in. Û em jin careke din dibêjin em ê li dijî vê feraseta ku hewl dide bêhna me biçikîne û koletiyê ferz bike dest ji berxwedanê bernedin."

Piştî daxuyaniyê jin tevî pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser hilkişiyan Sûran. Jinên hilkişiyan ser Sûran pankarta bi xwe re vekirin û dirûşmeya "Silav li jinên berxwedêr ên Rojhilatê Kurdistanê re."

Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.