Jinan berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir

Jinên ku li Elmanyayê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve protesto kirin û berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e silav kirin.

Çalakiyên protestoyî yên ku bi qetilkirina Jîna Emînî re li Kurdistanê û bajarên Îranê dest pê kirin 6 roj in berdewam in û li bajarên Elmanyayê jî çalakiyên silavkirina berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in. Çalakgeran li gelek bajarên Elmanyayê piştgiriya berxwedanê kir û bang li hemû jinan kir ku li dora têkoşînê bibin yek.

KASSEL

Konîgsplatz a li Kasselê çalakgerên Kurd û navneteweyî mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de qetilkirina Jîna Emînî hat protestokirin û bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî“ piştgiriya berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e hat kirin.

Çalakî, di di 16.00’an de dest pê kir û zêdeyê 2 saetan li ber xwe da.

HANNOVER

Li Hannoverê jî berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate silavkirin. Kurdan û dostên wan qetilkirina Jîna Emînî protesto kir û ragihandin ku wê çalakiya protestoyî sibê saet di 12.30’î de ji aliyê Faris û Kurdan ve li Haûptbahnofa Hannoverê were lidarxistin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

LUNEBÛRG

Endamên TJK-E yên li Lunebûrga li eyaleta Saksonyaya Jêrîn û enternasyonalîstên Elman, qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên dewletê ve li Tehrana paytexta Îranê bi vêxistina findan li qada Markplatzê protesto kirin.

Jinan di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî û alên TJK-E’yê hilgirtin û bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“ û “Şehîd namirin“ berz kirin. Nakhavolî Cemîle ya destpêkê di çalakiyê de axivî, bal kişand li ser berxwedana jinan li Îranê û destnîşan kir ku divê mirov xwedî li berxwedanê derbikeve.

Nakhavolî Cemîle diyar kir ku Îran bi teybetî jinên Kurd ji xwe re dike hedef û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev qetlîam li dijî jinan e. Ne ji ber ku porê wê xuya kiriye lê ji ber ku Kurd e hatiye qetilkirin. Ev polîtîkayeke ji bo bêzarkirina jinan e lê em bêzar nabin. Em ê li ber xwe bidin. Banga min li hemû jinan ew e ku li dora têkoşînê bibin yek. Jin ji bo ku nemirin divê şer bikin û li ber xwe bidin.“

Çalakî, bi gotina stranan, çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.