JIN
Hemû Nûçe
-
'Divê herêmên Sûriyeyê ji sîstema Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin'
Çalakvan û Endezyar Rebab Mîrza diyar kir, ku sîstema Rêveberiya Xweser dikare bibe çareseriya aloziya Sûriyeyê û got, divê herêmên din ên Sûriyeyê ji rola jinê ya li nava Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin. -
Di konferansa jinan de banga piştevanî û têkoşînê
Rûniştina 2’emîn a konferansa jinan ku bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê” li Berlînê hat lidarxistin, bi atolyeyan dewam kir. Di atolyeyan de 8 mijarên cuda hatin nîqaşkirin û banga piştevanî û têkoşînê hat dayîn. -
TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir
TJA’yê li Stenbolê bi tevlibûna bi sedan jinan deklarasyona 25'ê Mijdarê eşkere kir. -
‘Jin, jiyan, azadî encama felsefeya Abdullah Ocalan e’
Endama KNK’ê Nîlufer Koç di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Berlînê axivî û diyar kir ku li hemû dinyayê jin li dora slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ têdikoşin û got “Ev slogan encama felsefeya rêzdar Abdullah Ocalan e.” -
2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” dest pê kir. -
Sultan Oger: Di konferansê de wê mekanîzmayeke xebatê ya hevpar bê avakirin
Endama Komîteya Amadekar a 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî Sultan Oger, diyar kir ku di konferansê de wê mekanîzmayeke hevpar a xebatê bê avakirin. -
Wolya: Potansiyela ku vê sedsalê bike sedsala jinan heye
Ji Komîteya 2. Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Tora Jin Pêşerojê Dihûnin Redge Wolya got, “Abdullah Ocalan jî vê sedsalê weke ‘sedsala şoreşa jinê’ bi nav kir. Potansiyela wê jî heye. Divê em vê şansê binirxînin û hêza me heye.” -
Karabûlût: Em ê ne tenê analîza sîstemê bikin
Endama Komîteya Amadekar Songul Karabûlût diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yemîn de wê ne tenê sîstemê analîz bikin, di heman demê de li ser rê û rêbazên rizgariyê jî nîqaşê bikin. -
KCDP: Zilaman di meha Cotmehê de 34 jin qetil kirin
Li gorî KCDP’ê li Tirkiyeyê di meha Cotmehê de zilaman 34 jin qetil kirine. KCDP’ê diyar kir di 10 mehan de jî zilaman 275 jin qetil kirine. -
Kampanyaya jinên Arjantînî li dijî çekên kîmyewî
Li Arjantînê ji bo rawestandina êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla bikar tîne û hesabê sûcên kirinî bide, kampanya hat destpêkirin. -
Newaya Jin: Agirê şoreşê hatiye dadan
Şoreşa jinê, sûîqestên siyasî yên li dijî jinê, 27'ê Mijdarê, tecrîda li Îmraliyê, berxwedana gerîla, raperîna civakî ya li Rojhilat û bayê Jin, Jiyan, Azadî ji rojevên sereke yên hejmara meha dawî ya rojnameya Newaya Jinê bûn. -
Tevgerên jinan ên cîhanê kom dibin
Tora Jin Dahatûyê Ava Dikin bi beşdariya sedan delegeyên ji 41 welatan wê Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê li dar bixe. -
Rojnamevanên jin ên dîl hatin girtin: Di her şert û mercî de em ê rastiyê binivîsin
Rojnamevanên jin ên girtî destnîşan kirin ku ew ê di bin her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin. -
'Jinên Botanê bi vî rengî ne'
Viyan jineke ciwan bû. Xwe li meşeke lawaz radigirt, ji bo pêşketinê timî dilezand. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê mewlûd hate dayin
Ji bo gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay, ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, mewlûd hate dayin. -
Delegeyên kongreya YJK-E'yê: Em tevlî çalakiyên li Den Haag û Dusseldorfê bibin
Delegeyên kongreya YJK-E'yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bang kirin ku 1'ê Mijdarê li Den Haagê, 12'ê Mijdarê jî li Dusseldorfê beşdarî çalakiyan bibin. -
YJK-E'yê kongreya xwe çêkir: Ti jin divê bêrêxistin nemîne
YJK-E'yê 29'ê Cotmehê bi beşdariya 170 delegeyî kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hate ragihandin ku divê kar bi pîvana 'Ti jin bêrêxistin nemîne' bê kirin. -
Li Mêrdînê jinek hat qetilkirin
Nûrhan Îlhan ku li gundê Meskeynter a Qoser dijî, li mala xwe bi awayek qetilkirî hat dîtin. -
TAJÊ: Heta jineke Êzidî mabe, em ê Şengalê vala nekin
TAJÊ têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a doh li nêzî seytereya Cidalê ya Şengalê pêk hat daxuyaniyek da. TAJÊ êrîş şermezar kir û ragihand; “Îradeya jinên Êzidî ji hemû êrîşan mezintir e.” -
‘Heta ku YJA Star hebe wê dijmin negihêje armanca xwe’
Fermandara YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir ku li hemberî êrîşên dagirker ew li ser xeta Bêrîtanê li ber xwe didin û got “Heta ku YJA Star hebe wê dijminên Kurdan bi ser nekevin.” -
Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
Dadgeriya Înfazê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê Tûglûk ji girtîgehê derket. -
Besê Erzîncan: Jin bibin artêş wê bikaribin rizgar bibin
Endama Koordînasyona KJK'ê Erzîncan da xuyakirin ku artêşa jinê ya di nava YJA Starê de cih girtiye, rêxistineke bîrdozî, siyasî û leşkerî ye ku li dijî artêşên serdest xweparastinê esas digire. -
KJAR: Şoreşa jinan, jiyana bi hev re ya gelan e
Koordînasyona KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî helwesta gelê Seqizê silav kir û got: "Çawa çirûska azadiyê ji Seqizê destpê kir û hemû Kurdistan û Îran dan ber xwe, êdî ev çirûsk bûye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne." -
Polîsan êrîşê çalakiyên piştgiriya ji bo Şebnem Korûr Fîncanci kir – HAT NÛKIRIN
Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, destgîrkirina Seroka TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û 11 rojnamevanan, li Kadikoyê protesto kir. Jinên bi êşkence hatin destgîrkirin, bi berzkirina dirûşman li ber polîsan rabûn. -
SKB: Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye!
SKB, bertek nîşanê girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Fîncanci da û got: “Parêzvana rastî û heqiyê Şebnem Korûr Fîncanci, rûmeta jinan e.“