Bertekên li dijî destgîrkirina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Fîncanci ya pispora Tiba Edlî ku li dîmenên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê, temaşe kir û fikira xwe got û destgîrkirina 11 kedkarên çapemeniya Kurd a azad, gelek zêde dibin. Hewil hat dayîn ku ji bo berdana Fîncanci û rojnamevanan bi şiara “Em bêdeng nabin“ li ber Operaya Sureyya daxuyanî bê dayîn, lê polîsan êrîş kir, nehişt.
Beriya çalakiyên ku gelek jin hatin ba hev, bi sedan polîsan dor li Kadikoyê û ber Operaya Sureyya girt û bi hinceta biryara qedexekirinê ya Qeymeqamtiya Kadikoyê, got ku ew ê nehlîn çalakî li dar bikeve. Jin jî bi biryar bûn di lidarxistina çalakiyê de. Bi sedan polîsan, dor li jinan girt û rojnamevan ji qadê dûr kirin. Jinên bi êşkence hatin destgîrkirin, diruşima “Şebnem Korûr Fîncanci, rûmeta me ye“ berz kir.
Piştre polîsan jin derb kirin û destgîr kirin. Jinan, bi berzkirina dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin“, “Şebnem Fîncanci ne bi tenê ye“ li ber xwe dan. Welatiyên li der û dorê bertek nîşan da polîsan ku çima çalakgeran êşkence û destgîr dikin.
Berdevka Serdemê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP), Perîhan Koca jî di nav de, nêzîkê 15 jin hatin destgîrkirin. Hat zanîn ku yên hatine destgîrkirin wê bibin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ku li ser Rêya Vatanê ye.
HÊZÊN DEMOKRASIYÊ JÎ ÇALAKÎ LI DAR XIST
Endamên Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, bi şiara “Em bêdeng nabin; teslîmê sansor û zordariyê nabin“ xwestin li ber Operaya Sureyya daxuyaniyê bidin. Polîs, ketin hewila astengkirina hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê jî. Girseyê, bertek nîşanê vê pêkanîna nehiqûqî da û got: “Li welatekî faşîzm hebe, qedexe, girtin, qetilkirina karkeran hebin berxwedan heq e.“ Girseyê, dest bi berzkirina dirûşman kir û polîsan êrîş kir. Serokên sendîkayan û rojnamevan jî di nav de, gelek kes bi êşkence hatin destgîrkirin, kedkarên çapemeniyê jî bi derbkirin ji qadê hatin bidûrxistin.