SKB: Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye!

SKB, bertek nîşanê girtina Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Fîncanci da û got: “Parêzvana rastî û heqiyê Şebnem Korûr Fîncanci, rûmeta jinan e.“

Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB), girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Daxuyanî ev e:

“Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, xwest ku têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve, lêkolîn bê kirin, lewma serê sibehê bi ser mala wê de hat girtin û hat destgîrkirin.

Şebnem Xoce ji ber bi bindestan re ye, yên dewlet şidet û êşkence li wan dike bi wan re ye û bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastina Medyayê teşhîr kir, dixwazin wê ceza bikin. Şefîtiya faşîst, ji bo veşartina sûcê xwe dest bi êrîşê kir, xwest ku Fîncanciyê ji serokatiyê bike û yeke/ê din li şûna wê bê hilbijartin.

Bi destê medyaya qesrê, bi rojan banga bêdengkirina Şebnem Xoceyê hat kirin. Ji bo veşartina sûcê xwe êrîşê Şebnem Xoceyê dikin. Şebnem Xoce dev ji rastiya bawer dike berneda.

Dema rabûna bi hêrsa bi gerîlayan e ku rûmeta gelê Kurd in û bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Li dijî destgîrkirin û girtinê em nehêlin dengê me bê birîn. Şebnem Korûr Fîncanci, parêzkar rastî û heqiyê ye, rûmeta jinan e. Ne bi tenê ye!“