'Jinên Botanê bi vî rengî ne'
Viyan jineke ciwan bû. Xwe li meşeke lawaz radigirt, ji bo pêşketinê timî dilezand.
Viyan jineke ciwan bû. Xwe li meşeke lawaz radigirt, ji bo pêşketinê timî dilezand.
Viyan (Gulistan Ûca) zarokek ji malbateke welatparêz a Şirnexê ye. Cografya lê mezin bû şahidî ji gelek êş, raperîn û eşqên kevnar re kir. Viyan ji Botanê ye. Li çiyayên Botanê dest bi xeyalên gerîlatiyê kir. Belê, ji bo Viyan gerîlatî xewn û xeyala zarokatiyê ye. Hîn di zarokatiyê de li dilê xwe neqişand û dermanê êş û azadiyê dîtî, wê li çiyê bibîne.
GAVÊN DESTPÊKÊ YÊN JINEKE CIWAN
Viyan tê Bestayê. Besta bi bedewiya xwe dilê Viyan geş dike. Dixwaze di her rêya vê qadê de bimeşe, ji her kaniya wê vexwe û li binê siya her dareke wê bêhnê vede. Xwezaya bêhempa ya Bestayê hembêza xwe ji Viyan re vedike, mîna Xwedawendekê wê hembêz dike. Viyan cwain e û hem Besta, hem Botan hem jî hevrêyên wê gelekî jê hez kirin. Viyan xwedî dilê geş ê ciwantiyê ye, ji bo bibe keça çiyê qet zor û zehmetiyan nakişîne. Li nava gerîla pêvajoyeke hînbûn û ahengiyê heye. Ev pêvajo ji bo Viyan gelekî kurt e. Meyla xwe gelek e ku zû bi pêş bikeve. Mihralî ku fermandarî ji şervanên nû re dike, ji bo Viyan wiha dibêje: "Viyan di nava tîm de ya herî ciwan bû. Destpêkê me hewl da wê biparêzin. Em bi fikar nêzî wê bûn. Botan yek ji wan qadên herî dijwar ê şer bû. Me xwest Viyan bibin deverên ku şer zêde lê nîne. Lê belê Viyan li ber vê rabû."
LI SER RÊYA RÊBERTÎ
Şervanî û karkeriya jinên Botanî di nava têkoşîna PKK'ê de bi cewhera xwe ya dîrokî re jinûve gihîştin hev. Viyan bi şervaniya xwe ya pratîkî bû xwedî sekneke li gorî vê cewhera jinên Botanî. Bi ciwantiya xwe bû şervaneke jêhatî li Bestayê. Bi meşa xwe, bi kar û serketina xwe hevrêyên xwe kir heyranên xwe. Sekna xwe, daxwaza xwe ya hînbûnê bala her kesî dikişand. Viyan namzeteke fermandareke jêhatî bû. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve her wiha ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve jî gelekî hewl dida, di perwerde û kûrbûnan de pirs dipirsî, gelekî meraq dikir. Kesayetiya wê ya lêkolîner, ku meraq dikir, dipirsî ew kir şopdara Rêbertî. Gotina Rêbertî ku digot 'Jinên ji min hez dikin bila berê xwe bidin Botanê' ji bo Viyan bûbû dirûşma jiyan û şer. Li gel israra hevrêyên xwe jî ti carî xwe ji qadên şer venekişand. Hevrêyên wê hewl dan wê qanih bikin, lê belê nekarîn. Viyan bi pratîk û şervaniya xwe hevrêyên xwe qanih kir.
BEDEWÎ BI GERÎLAYÊN JIN RE YE
Eger bê pirsîn bê di cewhera bedewiya jinê de çi heye, bersiva herî şênber a vê pirsê sadebûna jinê ye. Viyan ku ji zingara sîstemê dûr ma, bi sadebûna xwe bû nîşaneya gerîla ya rastiya jinê. Viyan gelekî bedew e. Ji ber ku sade ye, cewherî ye, pak e. Eger pênaseyeke bedewiyê sadebûn be, ya din jî ked e. Lewma Viyan şêweyê herî bedew ê kedê ye. Li ku derê wezîfeyeke zehmet be, beriya her kesî ew dide pêş û li ser vê bingehê bi keda xwe bedew dibe.
CIHÊ KU XWE LÊ DÎT
Asta ku kesayetiya wê gihîşt, kir ku Viyan dest bi rêwîtiyeke nû bike. Û rêwîtiya ber bi Wanê ve destpê dike. Çawa ku Botank ji bo Viyan bû mîna hembêza dayikê, Wan jî bû ew cih ku Viyan afirand.
Jiyan şerekî zehmet e. Yên ku vî şerî bi ser bixînin, bi hebûnê têne xelatkirin. Ev gotin, pratîka jiyanê ya Viyan radixe pêş çavan, ji ber ku Viyan hebûneke gelekî mezin di temenê xwe yê kurt ê gerîlatiyê de bi cih kir. Wan her çend weke qadeke hişk û sar tê naskirin jî Viyan li vê derê şareza dibe, xwe nas dike, dibe xwedî îrade, yanî ji bo wê rawestgeheke ku bibe xwebûn. Li vê derê taybetmendiyên zirav ên jiyanê hîn dibe, xwe nêzî xeta fedaî dike û dixwaze li her çeperê be.
Dijmin sala 2018'an li Wanê destpê bi operasyonê kir. Yek ji wan gerîlayan ku destpêkê bersiva operasyonê da Viyan bû. Ji bo lingên qirêj ên dijmin negihêje xaka pîroz, canê xwe kir çeper ji fîşekan re, ji bo parastina hevrêyên xwe bû fedaî. Bû gerîlayeke ciwan ku navê xwe li lênûska dilê hevrê û gelê xwe nivîsand.