Newaya Jin: Agirê şoreşê hatiye dadan

Şoreşa jinê, sûîqestên siyasî yên li dijî jinê, 27'ê Mijdarê, tecrîda li Îmraliyê, berxwedana gerîla, raperîna civakî ya li Rojhilat û bayê Jin, Jiyan, Azadî ji rojevên sereke yên hejmara meha dawî ya rojnameya Newaya Jinê bûn.

Hejmara Mijdarê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta 'Agirê şoreşê hatiye dadan' hate weşandin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê û nivîskara rojnameyê Ronahî Serhad tecrîd, berxwedana jinê û gelek mijarên din ên di rojevê de ne ji rojnameyê re nirxand. Ronahî Serhad raperîna civakî ya li Îranê weke destpêka serdemeke nû ya dîrokî pênase kir û destnîşan kir ku pêla şoreşê ji bingehê ve geş bûye.

Ronahî Serhad bal kişand ser berxwedana gerîlayên Kurdistanê ku rê nadin êrîşên mêtingeriyê yên dewleta Tirk.

Dilzar Dîlok jî li ser salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê analîzek amade kir û bi bîr xist ku PKK'ê bi dîroka azadiyê ya 44 salan herikîna dîrokê ya qirker dixwazin biafirîne, berevajî kiriye. Dilzar Dîlok got, "Weke PKK cudahiya me ya ji tevgerên li cîhanê paradîgmaya me ya azadîparêziya jinê ye" û diya rkir ku pîvana Jin, Jiyan, Azadî ya ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê bû, lêgerîn, daxwaz û armanca hevpar a mirovahiyê ye.

Di hejmara meha Mijdarê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Komployê û Sîstema Îmraliyê jî hatin weşandin.

Elîf Kaya, Hêja Zerya û Bêrîtan Zagros li ser jiyan, fikir, armanc û lêgerînên Nagîhan Akarsel nivîsandin.

Çîmen Aras û Nûjiyan Amed jî raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şîrove kirin û destnîşan kirin ku bûyerên diqewimin ji her alî ve şoreş e.

Roza Metîna jî êrîşên dewlet/mêr ên li Tirkiyeyê li dijî destketî û jiyana jinê nirxand û destnîşan kir ku jin bi ruhê têkoşînê yê Nagîhan û Jînayan wê 25'ê Mijdarê li qadan bin.

Dîlber Aydin peyamên Kombûna Jinan a Plurynacional a 35'emîn vegot, ku di navbera 8 û 10'ê Cotmehê de li herêma San Lûîs a Arjantînê pêk hat û Tevgera Jinên Kurd jî tevlî bû.

Devrîm Demîr rabirdûya hunerê, dema hina û paşeroja wê şîrove kir û têkoşîna hebûnê ya jinê ya li vê qadê bi bîr xist. Devrîm Demîr diayr kir ku gelek hunermendên jin li dijî zilmê têkoşiyan û anî ziman di vê demê de hewl tê dayin ku hunermendên jin li derveyî hunerê bêne hiştin.

Denîz Bîlgîn rojeva ekolojiyê şîrove kir.

Têkildarî taxa Prosfygîka (malên penaberiyê) ya li Atînayê, Omedya Welat nûçe dosyayek amade kir.