KCDP: Zilaman di meha Cotmehê de 34 jin qetil kirin

Li gorî KCDP’ê li Tirkiyeyê di meha Cotmehê de zilaman 34 jin qetil kirine. KCDP’ê diyar kir di 10 mehan de jî zilaman 275 jin qetil kirine.

Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP), daneyên xwe yên meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî daneyan, di Cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di nava 10 mehên sala 2022’yan de jî 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Hejmara jinên di Cotmeha îsal de hatine qetilkirin li gorî Cotmeha 2021’an ji sedî 88 zêdetir bûye. 

Li gorî daneyên KCDP’ê di meha Cotmehê de ; ji 34 jinên di meha Cotmehê de hatine qetilkirin 18 jê ji hêla zilamê pê re zewicîn, 2 jê ji hêla zilamê ku pê re bûn, yek jê ji hêla zilamê ku di demên berê de pê re bû, 2 jê ji hêla xizmên xwe ve, yek jê ji hêla birayê xwe ve, 6 jê ji hêla kesên ku nas dikir ve û yek jî ji hêla kesê ku nas nedikir ve hate qetilkirin.

Li gorî KCDP’ê, ji jinên di vê mehê de hatine qetilkirin ji sedî 53 jê ji hêla zilamên ku pê re zewicîbûn ve hatine qetilkirin. Her wiha ji jinên hatine qetilkirin 20 jê li mala xwe, 7 jê li nava kolanê, 2 jê li kargehê, yek jê li çoltarê, yek jê li hotêlê, yek jê li navenda şahiyan û yek jî li ser rêyê pêşiya wê bi wesayîtê hat girtin û qetilkirin. KCDP’ê da zanîn ku jinek jî nehat tespîtkirin bê ka li ku hatiye qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin ji sedî 59 jê li malên xwe hatin qetilkirin. 

Bi domdarî KCDP’ê wiha got: “Ji jinên hatine qetilkirin 20 jê bi çekan, 9 jê bi alavên tûj, yek jê bi rêya xeniqandinê, yek jê bi derbkirinê, yek jê ji bilindahiyê ket, yek jê hat jehrîkirin û yek jî bi çakûç hat qetilkirin. Ji jinên vê mehê hatine qetilkirin ji sedî 59’ê jê bi çekan hatin qetilkirin.”