Delegeyên kongreya YJK-E'yê: Em tevlî çalakiyên li Den Haag û Dusseldorfê bibin

Delegeyên kongreya YJK-E'yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bang kirin ku 1'ê Mijdarê li Den Haagê, 12'ê Mijdarê jî li Dusseldorfê beşdarî çalakiyan bibin.

Ji bo çalakiya 1'ê Mijdarê ya li ber avahiya OPCW a li bajarê Den Haagê yê Hollandayê û çalakiya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ku 12'ê Mijdarê wê were lidarxistin, delegeyên kongreya YJK-E'yê banga tevlîbûnê kirin.

Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut û Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan bi navê delegeyan axivîn.

Zubeyde Zumrut 17 şervanên azadiyê yên di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûn û şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û destnîşan kir ku di kongreyê de ji bo bibin hilmek ji gerîlayên azadiyê de îdîa û biryardariyeke mezin hatiye destnîşankirin. Zubeyde Zumrut anî ziman ku li hemberî êrîşên qirkirinê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê têne meşandin, jinên Kurd ên li Ewropayê wê têkoşîneke bênavber bimeşînin.

Hevseroka KON-MED'ê Zumrut ji bo çalakiya 1'ê Mijdarê ya Den Haagê û çalakiya 12'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî bêne lidarxistin, bang li jinên Kurdistanî, ciwan û xelkê welatparêz, dost û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin.

KAPLAN: LI DIJÎ ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ EM TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan jî diyar kir ku bêdengiya NATO'yê ya li hemberî êrîşên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê tê wateya piştgiriya ji bo êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst. Kaplan bi bîr xist ku Elmanya çekan difiroşe dewleta Tirk.

Kaplan destnîşan kir ku li dijî bêdengiya netewe dewletan a li hemberî qirkirina Kurdan ew ê têbikoşin û got, "OPCW divê li gorî armanca damezrandina xwe kar bike."

Ayten Kaplan bang li her beşên civakê bi taybetî jî jinan kir ku beşdarî çalakiyên li Den Haag û Dusseldorfê bibin.

Kaplan her wiha destnîşan kir ku ew bi jin a têkoşer Şebnem Korûr Fîncanci re ne.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyana nabe" bi dawî bû.