‘Jin, jiyan, azadî encama felsefeya Abdullah Ocalan e’

Endama KNK’ê Nîlufer Koç di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Berlînê axivî û diyar kir ku li hemû dinyayê jin li dora slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ têdikoşin û got “Ev slogan encama felsefeya rêzdar Abdullah Ocalan e.”

2’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Berlînê bi beşdariya sedan delegeyan didome.

Qumaşên rengîn ên ku li ser wan navên gerîlayên jin ên bi çekên kîmyewî şehîd bûne hatibû nivîsandin, li delegeyan hatin belavkirin.

 Di rûniştina yekemîn a konferansê de Endama Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) Nîlûfer Koç, Nûnera Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Afganistanê Marîam Rawî, aktîvîsta mafên jinan a ji Guatemalayê Lolîta Chavez ku pêşengiya têkoşîna parastina çavkaniyên xwezayî dike, civaknas û eko-femînîst Arîel Saleh a ji Awûstralyaya,  aktîvîsta aştiyê û femînîst Genevieve Vaughan a Îtalyayê û femînîst-çalakvan Kavîta Krishnan li ser navê Komeleya Jinên Pêşverû ya Hemû Hindistanê, axivîn

'EM DIKARIN BI RÊXISTINÊ DIJMINÊN JINAN TÊK BIBIN’

Nîlûfer Koç diyar kir ku ew ji bo geşkirin berxwedana jinan di dema guncaw de ne û bal kişand ser van tiştan

 "Niha Şerê Cîhanê yê 3'yemîn heye. Ev şer ji aliyê welatên endamên NATO'yê, bi taybetî DYA û Îngilîstanê ve tê meşandin. Mexdûrên herî mezin ên şeran jin in. Em dizanin şer ji aliyê kê ve hatiye destpêkirin. Ji destpêka desthilatdariya baviksalarî ve li ser jinan şer heye. Ev 5 hezar sal in ev şîdet hîn jî didome.

 Îro, em bûn şahid ku şîdeta nav malê û şîdeta dewletê, nemaze di dema pandemiyê de, ev şîddet gelekî kûr bû. Ji bo di sedsala 21’an de îdeolojiya baviksalarî têk biçe, divê em têkoşîna jinê zêdetir pêş bixin. Di vê serdemê de ku pergala kapîtalîst tundiya li ser jinê herî zêde kiriye, di nav krîzeke mezin de ye. Li dijî şervanên jin ên Kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn. Çima? Ji ber ku jinên Kurd li dijî pergala serdest sîstemeke alternatîf ava dikin. Felsefeya tevgera jinên Kurd ne tenê dirûşma Jin Jiyan Azadî ye. Ev slogan encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li hemû cîhanê jin li dora vê dirûşmeyê dibin yek û li dijî pergala serdest li ber xwe didin. Em weke jinên Kurd bi analîzên birêz Ocalan hîn bûn ku em çawa bi awayekî azad bijîn. Em ancax bi rêxistinbûnê dikarin dijminan têk bibin."

'KES AZADIYÊ NADE, EM DIKARIN BI DEST BIXIN’

Meryem Rawî li ser îhtîmala avakirina rêya sêyemîn a jinan li hemberî van polîtîkayên şer nêrînên xwe parve kir û got: "Axa me di destê van hovên serdema navîn de ye. Jin li Afganîstanê mexdûrên sûcên olî ne. Ya ku li welatê me yê wêrankirî diqewime ji ber hebûna çend partiyên paşverû ye. Dema ku DYE, Pakistan û hevalbendên wan nekarîn welatên yekolî ava bikin, rêxistinên wek Talîban û DAIŞ’ê ava kirin.NATO û DYA piştî şerê 20 salan welatê me teslîmî rêxistineke qatil wek Talîbanê kirin.Amerîka ev 20 sal in piştgiriya narkotîkan û şerxwazan dike, hêz dide Talîbanê. Talîban ji dema ku li Afganîstanê hatin ser desthilatdariyê bi hezaran kes kuştin, seqet kirin û êşkence kirin. Wan bi hezaran sûcên li dijî mirovahiyê kir ku medyaya cîhanê neda. Ji komeke wiha ya terorîstî çawa dikare guhertin were hêvîkirin... Welat niha di bin hilweşînê de ye. Çîn, Rûsya, Pakistan, Îran û hemû rejîmên welatên rojava hewl didin bi Talîbanê re têkiliyan deynin. Hikûmetên welatên rojava jî ji bo berjewendiyên xwe amade ne ku bi Talîbanê re her peymanê îmze bikin.  Gelê Afganîstanê baş dizane ku edalet, azadî û demokrasî bi destê van hêzan nayê dayîn, wê bi têkoşînê pêk were. Weke Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Afganîstanê erka me ye ku em xwe bi rêxistin bikin. Îsal xelata Sakîne Cansiz dan RAWA’yê. Ev ji bo me pir watedar e. Em li cem hemû jinên berxwedêr ên li Rojava û Îranê ne. Hemû jinên şehîd bûne parçeyek ji têkoşîna me ne. Ji ber ku wan dîroka vê sedsalê nivîsand. Jin wê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dîroka xwe bidomînin."

‘EM Ê BIRYARÊ BIDIN KU EM Ê LI WELATÊ XWE ÇAWA BIJÎN’

Lolîta Chavez, anî ziman ku gelên Amerîkaya Latîn wê heta dawiyê li dijî şer û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser Kurdistanê bin û got "Em zarok û parêzvanên vê xakê ne. Welatê me Abya Yala ye, ne Amerîka ye ku navê wê lê hatiye kirin. Axa me ji aliyê  xwînxwaran ve tê dagirkirin. Ev dagirker ji Ewropayê alîkariyê werdigirin. Ewropa, hûn parçeyek ji vê pergala sûc in. Em vê dagirkeriyê û piştgiriya Ewropa ya ji bo dagirkeran qebûl nakin. Yên ku alîkariya talanê dikin li dijî têkoşîna me ne. Em azadiya xwe diparêzin.

 Weke xwişkên xwe yên li Kurdistanê têdikoşin em jî hemû sînoran derbas dikin. Em jî ji bo hebûna xwe û avakirina civakeke azad di vê têkoşînê de cih digirin. Em ê bi xwe biryarê bidin ka em ê çawa li ser axa xwe bijîn. Ji ber vê yekê em li vir in. Li ser sînorên me mîlîtarîzmeke pir cidî heye. Ji ber ez têkoşiyam, ez sûcdar kirim, êşkence li min kirin, lê ez li vir im û ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Weke femînîstên Abya Yala em dizanin ku dagirker ji me ditirsin, lê em ji wan natirsin."

‘SIBEROJA ME TUNE DIKIN’

Civaknas û eko-femînîst Arîel Saleh ku ji Awûstralyayê beşdarî konferansê bû jî li ser Eko-Femînîzmê axivî. Arîel Saleh, anî ziman ku qutkirina têkiliya jinê ya bi xwezayê re dibe sedema dagirkeriyê û bal kişand ser zewacên zarokan, îstîsmara jinan û tundiya li ser jinê. Arîel Salih diyar kir ku herî zêde jin rastî zext û îstîsmarê tên û destnîşan kir ku bi hilweşandina pergala ekolojîk re siberoja zarokan jî têk diçe.

Aktîvîsta aştiyê-femînîsta ji Îtalyayê Genevieve Vaughan û li ser navê Komeleya Jinên Pêşverû ya Hîndîstanê Kavîta Krîşnan, li ser çawaniya îstismarkirina keda jinê ji aliyê pergala kapîtalîst û têkoşîna çîna li ser esasê azadiya jinê ve nirxandin kirin.

Rûniştina duyemîn a konferansê bi pirs û bersivan dewam dike, wê piştî nîvro jî weke atolyeyan dewam bike.