Karabûlût: Em ê ne tenê analîza sîstemê bikin

Endama Komîteya Amadekar Songul Karabûlût diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yemîn de wê ne tenê sîstemê analîz bikin, di heman demê de li ser rê û rêbazên rizgariyê jî nîqaşê bikin.

Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn wê ji aliyê Tevna Jin Paşerojê Dihûnin bi dirûşma "Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê" bê lidarxistin. Konferans wê bi beşdariya 800 delegeyî ji 41 welatan, di 5-6'ê Mijdarê de li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê pêk were. Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Songul Karabûlût li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Songul Karabûlût li ser amadekariyên konferansê got, "Amadekariyên me temam bûne. Em ji roja Înê (îro) ve dest bi qeydkirinê dikin. Îro her wiha li zanîngehê kabînên ziman jî wê bêne danîn. Ji ber ku bi 8 zimanan wê wergera sîmûltane bê kirin. Malzemeyên teknîkî wê werin danîn. Roja Şemiyê ji saet 06:00 û pê ve em ê amade bin. Li gorî plansaziya me, saet di 09:00 de em ê destpê bikin."

Têkildarî dirûşma konferansê Songul Karabûlût got, "Em nêzîkatiya xwe ya felsefîk nîşan didin. Azadiya jinê, şoreşa jinê tê wateya azadiya jiyanê. Dema ku me plana vê kir, li Îranê serhildana gel, serhildana bi pêşengiya jinê hînê destpê nekiribû. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li wê derê di heman demê de dirûşma konferansa me ye û li cîhanê deng veda. Şoreşa jinê li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst, ji aliyê azadî, ekolojî û demokratîkkirina jiyanê ve girîng e. Hêza esasî ye. Li gorî me, şoreşa jinê hêza bingehîn a çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Li dijî sîstema heyî ya mêtingeriyê, azadiya jinê bi rengekî xwezayî tê wateya azadiya jiyanê. Lewma me dirûşmeke bi vî rengî hilbijart."

Songul Karabûlût, konferansa duyemîn li gorî rewşa konferansa yekemîn a sala 2018'an wiha nirxand: "Ya rast di sala 2018'an de li cîhanê bi pêşengiya jinê raperînên jinê hebûn. Lê belê bi giranî li ser bingeha mafên jinê bû. Mînak li Latîn Emerîkayê li dijî kurtajê bi milyonan jin daketin qadan. Tundiya li dijî jinê rojeva bingehîn bû. Jin di vê çarçoveyê de daketin qadan. Li Rojhilata Navîn ji xwe bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd Şoreşa Jinê ya Rojava, xweparastina jinê bandoreke mezin li cîhanê kiribû. Piştre jî pêvajoya şewbê ya global rû da û bandoreke neyînî li têkoşîna jinê kir. Di vê pêvajoyê de Şerê Cîhanê yê 3'yemîn xwe gihandiye sînorên Ewropayê. Bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re nakokî zêde dibin. Zextên sîstemê girantir dibin. Yanî zextên modernîteya kapîtalîst û netewe dewletan ên li ser gelan girantir dibin.

Ji bo me Efganistan gelekî girîng e. Efganistan bi destê DYE'yê radestî Talîbanê hate kirin. Karê wan ê destpêkê jî zext û zordariya li jinê bû, jin ji her qadên jiyanê derxist û dest bi tepisandinê kirin. Jinên Efgan bi rastî jî li hemberî van zext û zordariyan li ber xwe didin. Ragihandin ku ew sûdê ji Tevgear Jinên Kurd werdigirin û xwe ji wir xwedî dikin.

Li Îranê niha rewşeke bi heman rengî heye. Bi pêşengiya jinê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' gelekî derkete pêş. Dixwazim vê bibêjim; têkoşîna jinê vediguhere têkoşîneke civakî. Êdî beşên cuda yên civakê; yekîtiyên baweriyan, komên etnîkî, cihêrengiya zayendî, her kes azadiya xwe di nava azadiya jinê de dibîne û vê yekê jî bi vê dirûşmê tîne ziman. Lewma pêkhatina sedsala şoreşa jinê di sala 2022'an de li gorî sala 2018'an bêhtir diyar bûye. Lewma em ê ne tenê analîza sîstemê bikin, di heman demê de em rê rê û rêbazên derketina ji nava vê yekê, berpirsyariyên xwe jî binirxînin û amûrên têkoşîn û rêxistiniyê nîqaş bikin. Ji bo vê jî em ê xwe bigihînin mejî, nêrîn, hest û danheviyeke hevpar, em ê van hemûyan binirxînin. Armanc ew e ku bersivê bidin pêvajoya heyî."

Songul Karabûlût diyar kir ku konferansa wan wê bi rêya qenalên Jin TV, Stêrk TV û gelek qenalên din bi rengekî zindî bê weşandin û got, "Her wiha em ê li ser înternetê jî weşana zindî bikin. Lewma em dixwazin her kes vê konferansa me bişopîne. Em di serdema înternetê de ne, dûrbûn êdî bêwate ye. Li her devera cîhanê em jin dikarin wî ruhê xwe bikin yek. Em dikarin kelecana konferansê bi hev re bijîn."