Besê Erzîncan destnîşan kir ku çavkaniya bingehîn a hişmendî, îrade, rêxistinbûn û çalakiya jinê ya esasî şerê gerîla yê li çiyayan e û got, "Çavkaniya sereke ya artêşbûna jinan û rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn û her parçeyên Kurdistanê pêk hatine, têkoşîna me ya li çiyayan e. Artêşa me ya gerîla ya jin a di bin navê YJA Starê de hatiye rêxistinkirin, hê jî xeta sereke û çavkaniya berxwedan û azadiyê ye.
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, li ser artêşa jinê ya ku ketiye sala xwe ya 30’emîn ji ANF’ê re nivîsand:
Cotmeh meheke wisa ye ku gelek şehadet pêk hatine. Di şexsê hevala Bêrîtan de em Azîme, Meryem, Ronahî Alman, Hêlîn Çerkes, Rojîn Gevda, Rûken Bîngol û 17 hevalên ku di encama bombeyên kîmyewî yên dawî de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Dîsa di vê serdemê de şehadeta hevalên me Delal Nûrhak û Bêrîvan Zîlan jî hate îlankirin. Her du heval jî di nava tevgera me ya azadiya jinê de cih girtin û bi jiyan û helwestên xwe roleke bi bandor lîstin. Ev hevalên me yên ku sembolên rêhevaltî, dilsozî, evîn û fedekariya jinê ne, li her qadên cuda yên têkoşînê rol û mîsyonên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîne. Di demên cuda yên artêşa jinan de weke fermandar û pêşeng cih girtin û di xebatên civakî de cih girtine. Ez careke din heval Delal û Bêrîvan bi bîr tînim. Em ê bi bilindkirina keda xwe û kûrkirina xebata xwe ya azadiyê tola hemû şehîdên xwe hilînin. Layîqbûna bîranînên wan encax bi pêşengtiyeke bi bandor, çalak û serkeftî, xebat û xizmetkirina ji bo gelê me dikare pêk were.
Bingeha artêşbûna jinê ji aliyê Rêbertiya me, şehîdên me yên jin û hemû jinên ku li ser esasê fikrên azadiya jinê ked dane û li ber xwe didin hatiye danîn. Ez hevalên me yên di vî şerî de birîndar bûne û bûne gazî jî bi rêzdarî silav dikim.
Rêbertiya me di warê afirandin û pêşxistina artêşa jinê de pêşengtî kir. Di vê çarçoveyê de em careke din komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêbertiya me bi nefret şermezar dikin. Em careke din spasiya Rêber Apo dikin ku rêya azadiyê vekiriye. Di vî warî de em her tim deyndarê Rêbertiya xwe ne û soza xwe dubare dikin ku em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku em layîqî Rêbertî bin. Bi tecrîta li ser Rêbertiya me ya di sala 25’an de tê xwestin ku pêşî li belavbûna fikir û têkoşîna wî bê girtin. Lê belê Rêbertiya me li ser esasê parêznameyên xwe ji niha ve bi ser ketiye ku fikrên xwe li hemû cîhanê belav bike. Em careke din berxwedana Rêbertiya xwe silav dikin.
Em salvegera 30’emîn a artêşbûna jinê ya ku Rêbertiya me pêşengtî jê re kiriye û pêş xistiye, pîroz dikin. Em artêşbûna jinan li mirovayetî û jinan pîroz dikin.
ARTÊŞBÛNA ME YA JINAN RÊXISTINEKE ÎDEOLOJÎK, SIYASÎ Û LEŞKERÎ YE
Rêbertiya me bi jinan re hevaltiyek xurt ava kiriye û tovê jiyana azad, têkoşîn û berxwedanê reşandiye. Têkiliya di navbera Rêbertî û jinê de li ser esasê hezkirin û baweriyeke mezin pêş ket û mezin bû. Di bingeha pêşketina azadî û berxwedanê de ev têkiliya rêhevaltiyê heye. Rêbertiya me ji bo jin azad bibe û di hemû qadên jiyanê de bibe muxatab, kedeke mezin daye.
Lewma artêşa me ya jinan a ku îro di nava YJA Starê de cih digire, ne tenê rêxistineke wisa ye ku bi tenê di asta leşkerî de pêş dikeve. Berevajî vê, rêxistineke îdeolojîk, siyasî û leşkerî ye ku li dijî artêşên mêr ên serdest hatiye avakirin. Wekî artêşên mêrên serdest xwe naspêre dagirkerî, talan û şîddetê. Ev artêşbûn xwe dispêre xweparastin û xweafirandinê. Artêşa jinê dibe qadeke ku jiyana nû û azad ji nû ve şîn dibe û hevaltiya jin û mêr bi awayekî herî sade û jidil tê pêşxistin.
YJA STAR ŞAHDAMARA ŞERÊ RIZGARIYÊ YE
Di vê çarçoveyê de şahdamara sereke ya têkoşîna me ya azadiyê, şerê azadiya gelê me ye. Têkoşîna me ya azadiya jinê li ser bingeha felsefeya Rêbertî û artêşbûna jinê pêş ketiye û mezin bûye.
Kadroyên tevgera jinên Kurdistanê yên tevlî têkoşîna gerîla bûne, her tim dijminê xwe, hestên xwe yên azadîxwaz û welatparêziyê li ser esasê berxwedanê mezin kirine. Çavkaniya bingehîn a hişmendî, îrade, rêxistinbûn û çalakiya jinê ya esasî, şerê gerîla ye ku em li çiya didin meşandin. Çavkaniya sereke ya artêş û rêxistinên jinan ên li her parçeyên Kurdistanê yên Rojhilata Navîn pêş ketine, têkoşîna me ya li çiya ye. Artêşa me ya gerîla ya jin a di bin navê YJA Starê de hatiye avakirin, hê jî şahdamara tevgera me ya azadiya jinê, çavkaniya berxwedan û azadiyê ye.
BÊRÎTAN MODELA FERMANDARIYA JINÊ YA HERÎ BI BANDOR E
Şehîd Bêrîtan di dîroka me ya azadiya jinê de xwedî cihekî gelekî dîrokî û girîng e. Rêheval şehîd Bêrîtan ligel ku Rêbertiya me nedîtibû rastiya Rêbertiyê di asteke bilind de fêm kir. Piştî xwendin û têgihiştina analîzên Rêbertiyê ew beşdar bû. Piştî ku di sala 1991'an de hat nava refên gerîla, vê feraseta xwe xurtir kir û di raporeke ku bi wate û îdîayeke mezin ji Rêbertiya me re nivîsand, diyar dikir ku ew dixwaze "romaneke li gorî analîzên Rêbertiya me" binivîse. Her wiha li ser felsefeya azadiyê jî helbest nivîsandiye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku Bêrîtan bi aliyên xwe yên leşkerî û siyasî ve xwedî kesayetiyeke hunerî, zindîbûneke bilind a kesayetî û taybetmendiyên xwe yên piralî bû. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku hevala Bêrîtan di artêşa me ya jinê de modela fermandara jinê ya herî bi bandor e. Kesayet, helwesta hevala Bêrîtan a leşkerî û awayê şehadeta hevala Bêrîtan di artêşa me ya jinê de roleke diyarker lîst û bandor li ser hemû jinan kir.
Hevala Bêrîtan li dijî teslîmiyet, îxanet, polîtîkayên dijmin ên qirkirinê û kolekirina jinê pir bi zanebûn û bi îdîa, bi dilsozî û bi coş li ber xwe da. Wê felsefeya jiyana azad a Rêbertî baş fêm kir, helwesta jinên Dêrsimê yên bi esil û bi rûmet ên ku ji bo teslîmî dijmin nebin xwe ji zinaran avêtin, di nava refên me de zindî kir.
YJA STAR RÊXISTINEKE FEDAÎ YE
Îro artêşa me ya jin di şexsê YJA Starê de gihiştiye asteke awarte ya pêşketî.
Ev ast herî dawî bi çalakiyên xweser yên di şerê Zap û Avaşînê de derket holê. Di dîroka me de cara yekem e ku çalakiyên xweser ên di warê çawanî û çendaniyê de xurt tên kirin. Di bîlançoyên hatine eşkerekirin de tê diyarkirin ku zêdetirî 400 çalakiyên xweser hatine kirin. Dîsa gerîlayên YJA Starê di tunelan de pêşengiya berxwedanê dikin.
Dîsa di vê çarçoveyê de divê çalakiyên Sara Tolhildan û Rûken Qamişlo cuda bên nirxandin. Di dîroka me de cara yekem e ku du hevalên jin li metropolan çalakiyeke wisa fedaî kirine. Helbet berê jî gelek çalakiyên fedaî hatin kirin. YJA Star bi xwe rêxistineke fedaî ye. Lê ev cara yekemîn bû du hevalên jin li bajêr çalakiyeke wisa kirin. Ev çalakî weke çalakiya Heval Zîlan çalakiyeke wisa ye ku nîşan dide di şer de divê kîjan taktîk û rêbaz bên pêşxistin. Nîşan dide ku divê şêwaza gerîla li bajar û metropolan belav bibe. Lewma divê ne tenê li çiya û tunelan, li metropolan jî şer bê meşandin. Çalakiyek e ku diyar dike ka ev çawa dikare were kirin û çawa dikare were serxistin. Xaleke pir girîng a ku divê li vir were destnîşankirin rêhevaltiya jinê, hezkirin û dilsoziya ku li pişt heval Sara û Rûken pêş ketiye. Heval ji bo vê çalakiyê bi hev re li ser çalakiyê kûr dibin. Rêhevaltiya jinê esasê afirandina civakbûnê ye. Jin tenê bi rêhevaltiya xwe û li ser vê bingehê rêxistinbûna xwe ya xweser, hizir û pratîka xwe ya kolektîf pêş bixîne, azad dibe. Artêşa jinê jî li ser esasê aqil û rêxistinbûna jinê bi xwe re pêş ket. Ya ku wê îro li Rojhilata Navîn jinê azad bike, xweparastina jinê ya li ser bingeha artêşa jinê ye. Jin encax bi artêşbûn û bi xwerêxistinkirina xwe dikare bigihêje azadiyê.
HER REWŞA KU LI KURDISTANÊ TÊ JIYÎN LI DORA XWE BELAV DIBE
Bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla bi hemû hovîtiya xwe didome. Şerekî pir dijwar 6 meh in didome. Dewleta Tirk herî dawî bi balafirên keşfê xwest pêvajoya şer têxe bin kontrola xwe. Her çendî Fermandariya me ya HPG - YJA Starê şehîda dane jî, bi tedbîrên ku pêş xistine, bi hiş û îradeyekî mezin ê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk geriyana balefirên keşfê pûç kirine.
Ji ber vê yekê dewleta Tirk ji neçarî hemû rêgez û qanûnên navneteweyî bin pê kir û çekên kîmyewî bi kar anî. Bikaranîna çekên kîmyewî encama neçariya li hemberî berxwedana gerîla ye. Cîhan li hemberî vî tiştî bêdeng ma. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere û bi tundî, bikaranîna kîmyewî yên ji aliyê dewletan ve meşrû dike. Ev dewlet û hikûmetên ku îro li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên Kurd bêdeng dimînin, divê hesab bikin ku sibê ev tişt were serê wan jî. Her wiha divê bê bibîrxistin ku her rewşek erênî û neyînî ya ku li Kurdistanê tê jiyîn, taybetmendiyeke wê heye ku belavî derdora xwe dibe.
Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya gerîlayên YJA STAR’ê li Zap û Avaşînê berxwedaneke mezin didome. Gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên li ser vê bingehê vê berxwedanê didomînin, silav dikim û wan bi coş pîroz dikim.
EM Ê BI BÎRANÎNA NAGIHAN LÊKOLÎNÊN JINEOLOJYÊ BÊTIR GEŞ BIKIN
Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina tevgera me ya azadiyê her tiştî dike. Êdî rûyê xwe yê herî hov, herî gemar, qirker tazî venaşere û bi awayekî eşkere nîşan dide.
Mînaka vê jî qetilkirina Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê bû. Jin, gelê me û tevgera me dizane ku gelek aliyên sedema vê qetilkirinê heye.
Bi vê sûîkastê re tevgera me ya azadiya jinê careke din kirin hedef. Yên ku herî zêde bi felsefeya Rêbertiya me û rêxistinbûyînê ve girêdayî ne, jin in. Wekî di Komkujiya Parîsê de jî bi rêya jinan peyamê didin tevgera me. Hevala me Nagihan di Komîteya Jineolojiyê de dixebitî. Bi bawerî û hezkirineke mezin ji bo pêşxistina zanista jinê dixebitî. Bi xebatên Jineolojiyê re ji xeynî Kurdbûna sixte, nokerî û îxanetê wê bi xebatên herî fikrî û akademîk yên herî bi nirx bersiv dide azadiya jinê.
Jineolojî lûtkeya kombûna fikrî ya tevgera me ya jinê ye. Jineolojî di kûrkirina hişmendiya jinê û avakirina pergala jinê de roleke stratejîk dilîze. Hemû aliyên bi maske û perîşan ên zihniyeta zilamê serdest bi jîneolojiyê bi kûrahî tê deşîfrekirin. Tê wateya berfirehkirina asoya jinê.
Heval Nagihan ji ber ku dikaribû van taybetiyan hemûyan li ba xwe kom bike, bû hedef. Lê belê ji bo bîranîna şehadeta hevala xwe em ê xebatên Jineolojiyê di nava tevgera xwe ya jina azad û di gelê xwe û di nav gelan de zêdetir geş bikin. Em vê xebatan li her derê belav bikin. Bersiva herî rast a ku em dikarin ji bo bîranîna hevalê we bidin, kûrbûn û xurtbûna di jineolojiyê de ye. Di heman demê de em vê vê têkoşînê li hemû qadên pratîk jî geş bikin.
JIN JIYAN AZADI NE BI TENÊ SLOGANEK E
Ligel pêşketina ku me di artêşbûna jinê de dît, rewşek din a ku divê em di vê serdemê de bi awayekî pir bi awayekî şênber li ser wê bisekinin, serhildanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya li ser bingeha dirûşma "Jin Jiyan Azadî" ua li Îran û Kurdistanê ye. “Jin Jiyan Azadî” ne bi tenê sloganek e. Îfadekirina herî xurt a felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me ye. Yek ji dirûşmeyên sereke yên tevgera me ya jinê ye. Gelekî watedar e ku hemû gel û jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dora vê dirûşmeyê dimeşin. Ev slogana me êdî ji aliyê hemû jinên cîhanê ve hatiye naskirin û qebûlkirin. Ev asta bandora Rêbertiya me bi taybet bandora tevgera me ya jinê li Rojhilata Navîn û cîhanê radixe ber çavan.
Jin pêşengiya şoreşa Îranê dikin. Jinên Kurd di van serhildanan de rola pêşeng dilîzin. Li Rojhilatê Kurdistanê divê jin û gelê me xwe birêxistinkirin û xweparastinê xurt bikin. Girîng e jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi her awayî piştgiriyê bidin û beşdarî vê têkoşînê bibin.
Tevgera me ya azadiya jinê, bi Şoreşa Jinê ya Rojava û bi artêşa YPJ’ê derket asteke bilind, li cîhanê hate naskirin, bû çavkaniya îlhamê û heta niha jî heye. Şoreş û berxwedana jinê ji aliyê hemû cîhanê ve weke çavkaniya azadiyê hate qebûlkirin.
Dewleta Tirk fermandarên QSD, YPG û YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, dike hedef. Pêşengên şoreşa jinê û fermandarên YPJ’ê dike hedefên taybet. Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat, Roj Xabûr, heval Barîn ên ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de bi fedakarî di refên herî pêş de meşiyan bûn hedef. Di heman demê de dibistana perwerdehiya keçên ciwan kirin hedef. Şehadeta heval Zeynep Sarûhan jî nîşaneyên herî berbiçav ên vê yekê ne. Bi qetilkirina pêşengên şoreşê re dixwazin ku dawî li şoreşê bînin. Bi taybetî jî fermandar û pêşengên jin dikin hedef. Wateyê vî tiştî jî heye. Tê xwestin ku damara azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn pêş dikeve bibirin. Berevajî vê, li herêmê çi dibe bila bibe têkoşîna azadiya jinê her pêş dikeve.
EM SEDSALA 21’EMÎN BIKIN SEDSALA AZADKIRINA JINÊ
Serhildan, xwepêşandan, îsyan û bertekên ku li derdora jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê pêş ketine nîşan dide ku em di pêvajoyeke nû ya têkoşîn, berxwedan û mezinbûna li ser vê bingehê de ne.
Li ser vê bingehê tespîta Rêbertiya me ya ku digot ‘Wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan’ dikeve pratîkê. Bi vî alî ve Tevgera me ya Azadiya Jinê ji bo jinên Kurd bi erka pêşengtiya pir berfireh re rû bi rû ye.
Di dîrokê de gelek şoreş û şerên azadiyê tevî gelek fedekarî û berxwedanê bi ser neketin. Ji ber ku şoreşa Sovyetê ya dîrokî nekarî sîstema xwe ya alternatîf biafirîne, wê nekarî xwe ji entegrasyona bi pergala modernîst a kapîtalîst jî rizgar bike. Bi pêşxistina sîstema konfederalîzma demokratîk a bi pêşengiya jinan, vê carê derfeta me çêbû ku em şoreşeke rast biafirînin. Konfederalîzma demokratîk û modela neteweya demokratîk ku li ser bingeha xeta demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk a Rêbertiya me hatiye pêşxistin, dikare pirsgirêkên kaotîk ên Rojhilata Navîn û Cîhanê çareser bike. Li vir hevkariyên li ser esasê pêşengiya jinan û rêxistinbûyînên jinan ên xweser hatine pêşxistin, gelekî girîng in. Têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê ji bo jinan, ji bo gelan jî bi nêzîkatî, plansazkirin û birêxistinkirina li ser esasê çareseriya pirsgirêkên mirovî, dikare serkeftinê bi dest bixe.
Di vê wateyê de rol û mîsyonên pêşeng ên dîrokî yên jinan bi taybet jinên Kurd di pêvajoyên şoreşgerî û afirandina jiyaneke nû de giran û berfireh bûne. Karaktera pêvajoya ku em tê de dijîn karaktera azadiya jinê ye. Azadiya mirovahiyê wê li ser esasê pêşengiya jinên bi zanebûn, rêxistinbûyî pêş bikeve. Di vê wateyê de em jin karakterê serdema ku em tê de ne binirxînin û di meşandina xebatên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û civakî de bi xurtkirina rola xwe ya pêşengtiyê têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin. Werin em bi pêşxistina xweparastinê, bilindkirina berxwedanê û avakirina jiyaneke nû li ser esasê hişmendiya hevpar û rêxistinbûyîna hevpar a jinê bigihîjin azadiyê. Em jin divê em bizanibin ji xeynî serkeftînê tu rêyeke me ya din tune.
Werin em vê dem û şansê rizgariya di dîroka azadiya jinê de rast û baş binirxînin. Em ne li benda tiştekî bin lê xwedî înisîyatîf bin, her dem hilberînin û bi helwest û sekna xwe ya li her derê, bibin xwediyê tevlêbûneke ku rê nîşan dide û mîsyona xwe ya pêşengtiyê geştir bikin. Em berxwedan, welatparêzî, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê geş bikin û sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinê.
Li ser vê bingehê di salvegera 30’emîn a artêşbûna jinê de wê jin û gel bi felsefeya me ya jiyanê û berxwedanê ya li ser bingeha "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" teqez bi ser bikevin.