Ji bo gerîlaya YJA Starê mewlûd hate dayin

Ji bo gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay, ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, mewlûd hate dayin.

Ji fermandarên YJA Starê Hatîce Ay (Adar Amed) di 19'ê Îlonê de li bejahiya navçeya Pîranê ya Amedê di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bû. Ji bo Hatîce Ay li Mala Sersaxiyê ya Badîka ya li taxa Mevlana Halît a li navçeya Baglarê mewlûd hate dayin.

Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li mewlûdê bûn.

Di mewlûdê de ji rêveberên MEBYA-DER’ê Meryem Soylu destpêkê serxweşî da malbatê û wiha got: "Bi sala ye polîtîkaya tunekirinê li ser gelê kurd tê meşandin. Nasname, dîrok û çanda gelê Kurd tune tê hesibandin. Gelê Kurd û ciwanên Kurd ev polîtîka qebûl nekir û ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirin. Divê dayik xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin. Azadî û aştî wê ya me be."