YJK-E'yê kongreya xwe çêkir: Ti jin divê bêrêxistin nemîne
YJK-E'yê 29'ê Cotmehê bi beşdariya 170 delegeyî kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hate ragihandin ku divê kar bi pîvana 'Ti jin bêrêxistin nemîne' bê kirin.
YJK-E'yê 29'ê Cotmehê bi beşdariya 170 delegeyî kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hate ragihandin ku divê kar bi pîvana 'Ti jin bêrêxistin nemîne' bê kirin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E) di 29'ê Cotmehê de kongreya xwe pêk anî. Têkildarî kongreyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev pêvajoya ku weke şerê man û nemanê tê pênasekirin, nîşan dide ku bi mîsyona xwe ya dîrokî û welatparêziyê divê em bêhtir têbikoşin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst bi kiryarên antîdemokratîk û neteweperestiyê ya li dijî Kurdan û hêzên muxalîf hebûna xwe ferz dike û hate gotin, di vê demê de jî Erdogan û koalîsyona hevparê wî yê sûc, her ku nêzî hilweşînê dibe, êrîşên xwe yên barbariyê zêde dike.
Hate ragihandin ku bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, neçareserî li ser gelê Kurd tê ferzkirin û hate gotin, "Ji ber têkçûnê, di êrîşên dijî tevgera azadiyê de polîtîkayeke şer a ji hiqûqa dijmin jî girantir, tê kirin.
Ji meha Nîsanê û vir ve li pêş çavên cîhanê çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexe ne têne bikaranîn.
Tevî ku dîmenên li ser qetilkirina 17 şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî hatin weşandin jî DYE, Rûsya, welatên NATO, bi taybetî jî Elmanya yên ku piştgiriya çek û cebilxaneyan dide, li ser mijarê ne daxuyanî dan ne jî pêkanîn ferz kirin. Ev yek jî nîşan dide ku ew jî di nava vî karî de ne.
Destketiyên ku gelê Kurd bi berdêlên giran bi dest xistine, modela Rojava û modernîteya demokratîk a ku alternatîfa modernîteya kapîtalîst e, di nava hêzên emperyalîst de yên li ser Rojhilata Navîn serwer e bû sedema tirsê.
Li gel vê yekê PDK a ku rola xiyanetê li xwe girtiye, tevî gelek têkçûnan jî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re dewam dike. Soza eşîra Barzanî ya ji bo pêşengiyê ji gelê Kurd re bike, tenê xeyaleke pûç e. Ev kiryarên ku li gelê Kurd dike wê neyê jibîrkirin û hesabê wê bê pirsîn."
Di dewama daxuyaniya YJK-E'yê de wiha hate gotin: "Di pêvajoyeke bi vî rengî de 2)'ê Cotmehê me bi beşdariya 170 delegeyî kongreya xwe pêk anîn. Di kongreya xwe de me ji aliyekî ve karên xwe yên sazîbûnê nirxand, li aliyê din jî bi erk û berpirsyariya xwe ya demê, biryardariya xwe nû kir ku hîn bi rengekî wate tevlî pêvajoyê bibin, hêz û îradeya xwe bi nasnameya xwe ya sazîbûnê re bikin yek, vî şerê qirêj kifş bikin û hesab ji dewlet a mêr bipirsin. Hate tespîtkirin pêvajoya seferberiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd îlan kir, bi pêşengiya jinê dikare bi ser bê xistin û biryara xurtkirina têkoşînê hate dayin. Lewma hate destnîşankirin ku li gel lidarxistina çalakiyên bênavber û xurt, divê dîplomasiya gel jî bê mezinkirin û bi rêxistinên civakî yên sivîl û mercên siyasî re raya giştî bê afirandin.
Hate destnîşankirin ku li ser bingeha pîvana 'divê ti jin bêrêxistin nemîne' meclîs, komun û înîsiyatîfên me hîn bêhtir bên birêxistinkirin û veguherin navendên birêxistinkirina jinan.
Biryar hate dayin ku di çarçoveya encamên nîqaşên me yên salekê yên jinûve avakirinê û biryarên Konferansa Jinûve Avakirinê ya TJK-E'yê de perwerde bêne kirin, ji pirsgirêkên sazîbûnê re perspektîfên nû bêne afirandin, ji bo bersiv ji pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên jinan re bê dayin, navendên şêwirmendiyê bêne avakirin.
Di serî de qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û qetilkirina hevala me Nagîhan Akarsel li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, li dijî komkujiyên polîtîk ên sîstemê yên li hemberî jinê, hate destnîşankirin ku li dijî komkujiyên polîtîk ên li hemberî jinê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Delegeyên kongreya me destnîşan kirin ku li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' jin hemû têkoşîneke hevpar bimeşînin. Her wiah biryar hate dayin ku tifaqên heyî bêne xurtirkirin û hîn bêhtir jinan di nava xwe de vehewînin.
Kongreya me biryara xwe dubare kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike navenda karên xwe yên çalakî û rêxistinî.
Kongreya me bi plansaziya 4 mehan bi encam bû û rêveberiya xwe ya nû diyar kir."