Nobeda li navçeya Pirsû a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê di roja 3'yemîn de ye ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin. Li gel parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar gelek endamên partiyê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiya nobedê bûn.
Girseya gel li ser rêya Kobanê li hev civiya û demeke dirêj govend gerand. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" û dowîzên bi nivîsa "Rojava xeta me ya sor e" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin hildan.
'EM JIYANEKE BÊ STATU QEBÛL NAKIN, BERXWEDAN WÊ DEWAM BIKE'
Aktîvîst TJA'yê Edle Fîdan nerazîbûn nîşanî wê yekê da ku daxuyaniya wan a li ser sînorê Kobanê hate astengkirin û got, "Ewlehiya Rojava ewlehiya me ye." Edle Fîdan rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi bîr anî û got, "Êrîş ji bo wê yekê têne kirin ku Kurd bê statu bêne hiştin. Dixwazin destketiyên li wê derê tine bikin. Lê belê kes nikare Kurdan li Rojhilata Navîn bê statu bihêle. Berxwedana me ya li hemberî vê yekê wê dewam bike. Em jiyaneke bê statu ti carî qebûl nakin. Jiyana li Rojava bi şoreşa jinê re ava bûye. Em jin, em ê xwedî li vê jiyanê derkevin."
Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn jî got, "Her kes bi fikar bûyerên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopîne. Ev êrîş li ser destketiyên Kurdan e."
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya DEM Partiyê Mûstafa Kûrt li dijî êrîşan banga yekîtiyê kir û got, "Niha bi destê çeteyan êrîşek tê kirin. Em êrîşên li ser gelê Rojava qebûl nakin."
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî got, "Xelkê Pirsûsê û xelkê Kobanê dost e, xizmê hev e" û bi vî rengî dewam kir, "Em êrîşên rêxistina terorê ya ji ber DAÎŞ'ê mayî yên li ser gelên Rojava qebûl nakin. Em careke din ji vê derê hevalên xwe yên rojnamevan Nazim û Cîhan bi bîr tînin ku bi êrîşa SÎHA hatin qetilkirin. Em vî mejiyê komkujer şermezar dikin. Heta ku ev êrîş dewam bikin em ê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Xelkê Rojava bi têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li nava raya giştî ya cîhanê hate naskirin. Xelkê Rojava li ser Tirkiyeyê gef nîne. Em ê her tim piştgiriyê bidin gelên Rojava."
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.