'Divê herêmên Sûriyeyê ji sîstema Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin'

Çalakvan û Endezyar Rebab Mîrza diyar kir, ku sîstema Rêveberiya Xweser dikare bibe çareseriya aloziya Sûriyeyê û got, divê herêmên din ên Sûriyeyê ji rola jinê ya li nava Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin.

Çalakvan û Endezyar Rebab Mîrza li ser çareserkirina aloziya Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî û got, "Aloziya ku li Sûriyeyê destpê kir û bû sedem ku mirov koçber bibin, lê li kêleka wê yekê ya bala min kişand sîstem Rêvebirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû ku jin tê de cihekî girîng digire. Tevî ku gelek dewletan tê de hêzên xwe bi cih kirin û gelek pirsgirêk hebûn jî lê dîsa jin di nav sîstema Rêveberiya Xweser de bû. Di sîstema Rêveberiya Xweser de cewhera jinê derket pêş. Ji bo wê eger jin bi pêş nekeve, pêşketin nikare pêk bê. Divê herêmên din ji sîstema Rêveberiya Xweser sûdê werbigirin; ji ber ku sîstema Rêveberiya Xweser yek ji rêbazên çareseriya aloziya Sûriyeyê ye. Her wiha ji ber ku Sûriye yek parçe ye, ji bo wê jî jinan xwe di nav sîstema Rêveberiya Xweser de çalak kir, lewre divê li her derê were belavkirin. Ji ber ku her tim bi nêrîneke biçûk li jina Sûrî dihate temaşekirin."

Di dewama axaftina xwe de Rebab wiha pêde çû; "Li Rojhilata Navîn êrîşa li dijî jinê êrîşa li dijî civakê ye, ji ber ku jin civak e. Dema jin zane û azad be wê civakek zane û azad bide avakirin. Bi taybet li Îranê di bin navê ol de ev bûyer li ser jin tên meşandin. Ji ber ku dewleteke wek Îranê ku tê de jin serwer bû, ji bo wê ev hincetên vala ku tenê dixwazin jinê hedef bigirin girtin. Li gorî astengiyên ku gel dikişandin û li gorî lêkolînên ku li ser jin kirine, jina Kurd û civaka Kurd ji civakên din bêhtir bi pêş ketî ne. Ji ber ku zor û zehmetî dibe sedem ku kesayetên azad bêne avakirin. Vê sîstema jinê ya di Rêveberiya Xweser de bandorê li jina li Îranê kir û li hemberî qetilkirina Jîna Emînî serhildanan destpê kir."

Mîrza li ser qetilkirina Nagîhan Akarsel jî got, "Nagîhan Akarsel ku gelek xebat û lêkolînên wê di beşa jin de hebû. Ji bo wê hedefgirtina Nagîhan Akarsel li herêmeke wiha bi plan e, ji bo ku sîstema jinê lewaz bibe. Lewre hedefgirtina Nagîhan Akarsel hedefgirtina fikir bû. Ji bo wê Nagîhan Akarsel wê her tim di hişê hemû jinan da be û wê her tim çîroka wê bilind bikin. Ji ber bêdengiya ku heye tê xuyakirin ku komployeke mezin heye, armanca wê komployê jî eve ku di kesayeta Nagîhan Akarsel de hemû jinan hedef bigirin."

Çalakvan û Endezyar Rebab Mîrza axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir; "Divê hemû pêkhate bi hev re bibin yek. Ev yek li ser milê jinê ye, ji ber ku di Sûriyeyê de pir xwîn hate rijandin û gelek dewletan jî ji bo berjewendiyên xwe, xwe tê de bi cih kir. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê divê em li hemberî komployên ku li ser gel tên rêvebirin hişyar bin."