Sultan Oger: Di konferansê de wê mekanîzmayeke xebatê ya hevpar bê avakirin

Endama Komîteya Amadekar a 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî Sultan Oger, diyar kir ku di konferansê de wê mekanîzmayeke hevpar a xebatê bê avakirin.

Di navbera 5-6’ê Mijdara 2022’an de li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dirûşma “Şoreşa me:Azadkirina jiyanê” ji aliyê Tevna Jin Siberojê Dihûnin ve tê lidarxistin. Di roja dawî ya amadekariyên konferansê de endama komîteya amadekar û aktîvîst Sûltan Oger pirsên ANF'ê bersivand.

Sultan Oger diyar kir ku serlêdanên konferansê bi dawî bûne û got ku ji ber pandemiyê li salona konferansê hejmar kêm girtine û wiha axivî: “Konferansa 2’yemîn wê bê lidarxistin. Serlêdanên ji bo amadekariyan qediyan. Niha beşdarên konferansê tên û qeyda wan tên kirin. Ji çar parzemînan û 41 welatan wê delege beşdar bibin. Axaftvan, nûnerên saziyan û aktîvîst wê beşdar bibin. Li gorî hejmara ku di destê me de ye, heta niha nêzî 800 kesî xwe qeyd kirine. Lê belê, hejmara serlêdanan pir zêde bû.”

‘EV KONFERANS ENCAMA TÊKOŞÎNA SALAN E’

Endama Komîteya Amadekar Sultan Oger, anî ziman ku her çend konferansa Berlînê piştî Frankfurtê 2’yemîn be jî, koka wê ji berê ve heye û destnîşan kir ku jin berdêlên giran didin. Sultan Oger got, “Ez dixwazim armanca konferansê ji we re vebêjim. Asta potansiyela vê konferansê ya ku tê lidarxistin, beşdarên wê, eleqeya li hemberî wê pir xurt e. Sedemên wê yên dîrokî hene. Ev encamên têkoşîna salan e. Beşdar jî çalakvanên wê ne. Xwe birêxistin kirine û saziyên xwe birêxistin kirine. Ew jî têkoşer in. Têkoşerên civakî, azadiya jinê û gel in. Wek gel, yên ku ji bo nasnameya xwe ya netewî têdikoşin hene. Bê şik berdêlên giran bi salan e hatiye dayîn. Û di encama van berdêlan de têkoşîna rêxistineke xurt derket holê. Konferanseke wiha encama vê têkoşînê ye. Yanî berhema têkoşîna salan e. Di heman demê de jinên Kurd li vir xwedî roleke pêşeng in. Jinên Kurd ji bo pêvajoyeke dîrokî ya dirêj têdikoşin. Têkoşîna jinê heye. Di heman demê de têkoşîna civakî jî didome. Û têkoşîna rizgariya netewî tê meşandin. Bi vê yekê di warê îdeolojîk, rêxistinî û bi rastî di warê pratik de pêşengiya cîhanê dikin. Divê ev rastî weke heqîqetê bê dîtin."

Aktîvîst Sultan Oger, bal kişand ser rewşa krîzê ya li cîhanê û got ku ev krîz bi xwe re şer dertîne. Oger da zanîn ku jin û zarok bûne mexdûrên pergala heyî û wiha dewam kir, “Cîhana ku em lê dijîn di nav krîz û kaosê de ye. Hûn jî dibînin ku sîstemên ku îro hene, wek sîstemên avakirî, sîstema netew-dewletê, niha têk diçin. Ji ber ku ev sîstem li ser bingehê çînayetî, li ser bingehê îdeolojîk, li ser desthilatdariyê û li ser îstîsmara jinê hatine avakirin. Ji ber vê yekê dinya di nava krîzê de ye. Şerên heyî jî encama van qeyranan e. Ji ber vê sedemê di vê hawirdora krîzê de şer diqewimin. Li gelek deverên cîhanê jî jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Helbet li vir herî zêde êşa wê jin û zarok dijîn.”

Sultan Oger diyar kir ku ew ê di konferansê de li ser modela rêxistinê ya pêşerojê bisekinin û destnîşan kir ku ew ê hem di warê teorîk û hem jî pratîk de nîqaşan bikin. Sultan Oger “Di atmosfereke wiha de jin li cîhanê xwedî têkoşîneke dîrokî ya ku me behs kir. Ew xurt in. Rast e astek hatiye girtin; lê belê divê ev tecrubeyên bi hev re bên nirxandin, em çawa dikarin bi hev re rêxistineke wiha bi rêxistin bikin? Li hemberî paradîgmaya desthilatdar a li hemberî sîstemê pêwîstî bi paradîgmaya jinê ya bi vî rengî heye. Em behsa 500 salên kapîtalîzma sermayedar dikin, em behsa dîroka netewe-dewletê ya 200 salî dikin. Divê li dijî wê bi awayekî sîstematîk be. Ji ber vê yekê konferansa me hem wê aliyê xwe yê teorîk nîqaş bike, hem jî wê hin encamên wê ji bo avakirina mekanîzmayeke pratîkî ya xebatê bi mekanîzmayên xwe yên li ser bingeha hevkariyê re hebe.”

KONFERANS WÊ GAVÊN GIRÎNG BIAVÊJE

Sultan Oger bal kişand ser girîngiya dema konferansê û got, “Di şexsê Jîna Emînî de ku li Kurdistanê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bûye sembolek, serhildanek heye. Em wê serhildanê silav dikin. Em jin em dixwazin ku ew berdewam bike. Bê guman îro li cîhanê dengek derketiye. Li kuderê desthilatdarî derdikeve holê û asta têkoşîna li dijî wê jî derdikeve holê. Ji ber vê yekê her kes di dirûşmeya Jin Jiyan Azadî de bûne yek. Dixwazim bibêjim ku bi pêşengî, mîrate û felsefeya jinên Kurd, bi taybet felsefeya Rêber Apo û têkoşîna jinê, Jin Jiyan Azadî hem bûye xwedî bandor û hem jî bûye hêviyek ji bo azadiya jinê. Lewma rewşa heyî jî ji bo karakterê konferansê guncaw e, mirov dikare bibêje ku konferans di dema xwe de tê lidarxistin. Em di wê baweriyê de ne ku konferansa me wê gavên girîng bavêje.

Gava em li paş xwe mêze dikin, em dibînin ku di çarçoveyekê de têkoşînek heye. Li ser herêmeke sînorkirî têkoşîn hebû. Niha ev sînor derbas bûne, ev têkoşîn roj bi roj mezin bûye. Li Kurdistanê derketiye holê, li Rojhilata Navîn belav bûye û îro bûye gerdûnî. Di encamê de em bi dîtina jinan pir kêfxweş in. Her çend em zimanê hev nezanin jî, dema ku em li dora armancên hevpar dicivin, ew kêfxweşiya me hemûyan dide. Her kes jê kêfxweş e. Ji ber ku pêwîstiya her kesî heye. Di encamê de jin ji xwe bawer in, bi hêz û têkoşîna xwe bawer in. Em di wê baweriyê de ne ku di konferansê de ev coş wê hîn zêdetir bibe. Piştî konferansê wê gavên berbiçav bên avêtin.”