Kampanyaya jinên Arjantînî li dijî çekên kîmyewî

Li Arjantînê ji bo rawestandina êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla bikar tîne û hesabê sûcên kirinî bide, kampanya hat destpêkirin.

Li ser banga KCK û KJK’ê ya ji bo çalakiya lezgîn a li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê ya Arjantînê, hefteya borî civînek li dar xist.

Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo şerê qirêj ê li Kurdistanê û bi taybet êrîşên bi çekên kîmyewî raxin ber çavan, kampanya were destpêkirin.

Endamên komîteyê diyar kirin ku heta gavên ji bo pêşîgirtina li bikaranîna çekên kîmyewî neyên avêtin wê kampanya bidome û ragihand ku ew ê vê kampanyayê gav bi gav bidomînin.

QONAXÊN KAMPANIYAYÊ

Di qonaxa yekem a kampanyayê de, armanc ew e ku rayeke giştî biafirîne û sazî û dezgehên mafên mirovan ên bi bandor ên navneteweyî bixe nav liv û tevgerê.

Di qonaxa yekem de ku wê ji 1'ê Mijdarê heta 30'ê Mijdarê bê lidarxistin, wê medyaya dîjîtal li dijî êrîşên kîmyewî bi awayekî aktîf bê bikaranîn.

Ji bo vê jî bi materyalên dîtbarî yên pêwîst wê  rojane rojevek li dora dirûşmeyekê were çêkirin.

Tê plankirin ku di hefteya duyemîn a meha Mijdarê de bi beşdariya saziyên naskirî yên weke Rêxistina Bîr (hafiza), Heqîqet û Edaletê û kesayetên naskirî civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.

Di hemû çalakiyên ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê tên lidarxistin de, wê were destnîşankirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye.

Komîteya ku deklerasyon amade kir diyar kir ku ji Abya Yala heta Kurdistanê hemû jinên cîhanê şoreşa jinê qebûl dikin û hembêz dikin.

Komîteyê destnîşan kir ku tevgera azadiyê ya ku paradîgmaya bi navendiya azadiya jinê esas digire, wê bi bombe û gazên jehrî neyê bi dawî kirin.

Her wiha hate gotin ku hikûmetên faşîst, bi taybetî dewleta Tirk a di bin serokatiya Recep Tayyîp Erdogan de ku nikarin berxwedana gelê Kurd bişkînin, tevî ku bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin lê serî li karanîna çekên kîmyewî didin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bikaranîna sîstematîk a çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve şerma mirovahiyê ye.

Komîteyê bal kişande ser wê yekê ku ew plan dikin ji bo ku li dijî vê yekê têbikoşin, wê roj bi roj kampanyayê bi awayekî hemaheng berferehtir bikin û destnîşan kir ku wan biryar daye ku wekî armanca yekem bi belavkirina kampanyayê li seranserê parzemînê, kampanyayê wekî pêngaveke navnetewî birêve bibin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê yên 100 salî yên li ser gelê Kurd de beriya niha gelek caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn û bang li hemû hêzên dij-kapîtalîst hat kirin ku ji bo ku dîrok dubare nebe dengê xwe bilind bikin.

Di çarçoveya kampanyayê de; biryar hat dayîn ku di çarçoveya çalakiya kampanyayê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî de ji bo xurtkirina hevgirtina navneteweyî ya li tevahiya cîhanê, wê di 30'ê Mijdarê de meşeke girseyî were lidarxistin.