Wolya: Potansiyela ku vê sedsalê bike sedsala jinan heye

Ji Komîteya 2. Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Tora Jin Pêşerojê Dihûnin Redge Wolya got, “Abdullah Ocalan jî vê sedsalê weke ‘sedsala şoreşa jinê’ bi nav kir. Potansiyela wê jî heye. Divê em vê şansê binirxînin û hêza me heye.”

2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Tora Jin Pêşerojê dihûnin, wê di navbera 5-6’ê Mijdarê de li bajarê Berlînê yê Elmanyayê bê lidarxistin. Di konferansa ku wê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê bê lidarxistin de wê wergera axaftinan bi Kurdî, Îngilîzî, Elmanî, Îtalî, Spanî, Fransî, Erebî û Tirkî bên kirin. Di konferansê de wê li ser gelek mijaran nîqaş bên kirin û komxebat bên lidarxistin.

Aktîvîsta Gemeînsam Kampfen Redge Wolya ku di Komîteya Amadekar a konferansa ku bi hatina ba hev a derdorên jin ên xwedî tecrûbeyên cuda yên têkoşînê hatî organîzekirin de cih digire, pirsên ANF’ê bersivandin.

Çalakvan Redge Wolya got, “Navê min Redge ye, ez beşek ji Gemeînsam Kampfen me û ji ber vê yekê di ez beşek ji rêxistina enternasyonalîst, femînîst a li Elmanyayê û di heman demê de beşek ji komîteya amadekar a 2. Konferansa Navneteweyî ya Tora Jin Pêşerojê Dihûnin a li Berlînê me.”

Wolya bal kişand ku amadekariyên teknîkî yên konferansê bi dawî bûne û ragihand, “Ji ber vê yekê bi mehane ku em ji bo amadekairina tiştên cuda yên wekî medyaya dîjîtal û yên teknîkî yên weke cihên razanê, ode hatine kirin. Ekîbên me yên cihê û her yek têkildarê mijareke cihê hene. Ji ber vê yekê ez difikirim ku amadekariya me niha hema hema temam bûye. Lewre em ê bibînin ka beşên cuda yên organîzasiyonê wê çawa bi hev re kar bikin û konferans wê çawa birêve biçe.”

‘JIN JYAN AZADÎ, JINÊ DI NAVENDA JIYANÊ DE CIH DIKE’

2. Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê ye” tê lidarxistin. Wolya dema sedema tercîhkirina vê dirûşmeyê eşkere kir, bal kişande ser pergala heyî ya cîhanê û wiha got:

“Ji ber ku rewşa cîhanê niha dişibe dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn, mijareke konferansê jî wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn be. Divê jiyan azad bibe. Amûrên aboriyê jiyanê ava dike, xweza û ekolojiyê ava dike; li dijî berjewendiyên kapîtalîst û hêza netewe-dewletê xebatkirin, cudahiyên ewle ava dike. Ev yek di rastiyê de weke avakirina jiyanê ye. Wateya azadkirina jiyanê ew e ku vê wesayitê dîsa vegerînin destê gel. Her wiha di konferanseke girîng a jinan de wê li ser rewşa jinan a li ser mijara taybet a vegerandina van hemû amûran ji jinan re were sekinandin. Jin jiyan azadî jinê di navenda jiyanê de cih dike û ber bi azadiyê ve dibe.”

‘EM Ê DI DERBARÊ ÇAWA AVAKIRINÊ DE NÎQAŞ BIKIN’

Redge Wolya anî ziman, “Ez difikirim ku sala 2018’an weke beşek ji konferansê bû ku têkoşînê bigihînin hev û bibînin ku têkoşîna me bi hev re ye, niha jî rewşên cihê yên xwecihî hene. Li Rûsyayê dîktatorekî mîna Pûtîn heye, mîna dîktator Erdogan... Encameke dawî ya ku bi taybetî eşkere bû, netew-dewletên ku em pê re têdikoşin jî heye. Di heman demê de mîna vê pergalê ku baviksalariyê birêxistin dike, her wiha komên cuda ku mekanîzmayên wiha yên vê sîstemê ava dikin hene. Li hemberî vê jî, li aliyê din bi awayekî eşkere têkoşîna 'Nî Ûna Menos', ‘Black Lives Matteryan’, ‘Jin Jiyan Azadî', têkoşîna xwecihî, têkoşîna gel û têkoşîna jinan heye. Hemû têkoşîn ayîdê hev in û em bi hev re têkoşînê dimeşînin. Niha pirs ev e, em çawa wê rêxistin bikin? Ji ber vê yekê wê ev mijar beşek ji konferansê be. Axaftvanên cuda, di heman demê de mirovên ji herêmên cuda jî, têkoşîna xwe, her wiha çawa ji bo edaleta ekolojîk têdikoşin û li dijî tundiya baviksalarî çawa têdikoşin, wê pêşkêş bikin. Lê di roja duyemîn de em ê li ser mijarên weke çawa karibin rêxistinbûn û zanista azad bikin bingeha têkoşîna xwe û pêşniyara konfederalîzma jinê ya demokratîk an jî rêxistinbûna jinan a serneteweyî çi ye, nîqaş bikin. Di esasê de em ê bêtir li ser rêxistinbûnê biaxivin û li wir hin gavan bavêjin.”

‘EM DIKARIN HÊVIYA SEDSALA JINÊ PÊK BÎNIN’

Redge Wolya bi vî rengî banga xwe ji bo konferansê kir, “Em pir in û em li her derê ne. Jin li ku derê têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin, çi mezin çi biçûk em ê ava bikin. Ez difikirim ku cîhan niha di rewşek wisa de ye, ji bo ku em organîzatorên xwe bînin cem hev, pêwîstiya me heye ku em ji rastiya dîrokê fêr bibin û ev yek di esasê xwe de hêviya sedsalê ye. Abdullah Ocalan jî vê sedsalê weke ‘sedsala şoreşa jinê’ bi nav kir. Potansiyela vê heye. Lê ez dikarim bibêjim ku divê em vê şansê binirxînin û ev konferans xwedî wê hêzê ye ku wê şansê bîne ba hev.”

AXAFTVANÊN KONFÊRANSÊ

Çalakvan, nivîskar, siyasetmedar û hunermend wê ji bo konferansê bên cem hev. Axaftvanên konferansê ev in:

“Jovîta Montes ji IWA-Hevpeymaniya Jinê ya Navneteweyî (Fîlîpîn), aktîvîstên tevgera jinan li Îran û Rojhilat/Rojhilatê Kurdistanê, Nîlûfer Koç ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Lolîta Chavez, Feministas Abya Yala (Guatemala), aktîvîstên rêxistina jinan RAWA (Efganistan), Kavîta Krîshnan (Femînîst, Komeleya Jinên Pêşverû ya Giştî Hindistanê-Hindistan), Arîel Salleh, civaknas û eko-femînîst (Awistralya), Elîf Kaya (Navenda Jineolojiyê ya Ewropayê), Genevîeve, çalakvana aştiyê, femînîst û xêrxwaz (DYE, Îtalya), Anjîla Al Maamarî, (Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştevaniya Jin û Zarokan, Yemen), Denîz Abûkan, aktîvîsta TJA - Tevgera Jinên Azad, (Kurdistan, Tirkiye), Nîmat Kûkû, (Tevgera Nûnertiya Jinê ya Sûdanê, Sûdan), Dilar Dirik, civaknasê siyasî û nivîskar. , Îrem Gerkûş, Jin Bi Hev Re Bi Hêz İn (Tifaqa Jinan Tirkiye), Marta Dîllon, (Tevgera Nî Ûna Menos, Arjantîn), Jade Danîels, Ra Lîfe Pergala Xweparastina Bajar Tevgera Jinên Çermreş (DYE), Şengal (Sîncar, Kurdistan), Nûner Asya Abdullah, Hevseroka PYD (Rojava, Kurdistan), Vîlma Almendra (Pûeblos en Camîno, Kolombiya).”