Rojnamevanên jin ên dîl hatin girtin: Di her şert û mercî de em ê rastiyê binivîsin
Rojnamevanên jin ên girtî destnîşan kirin ku ew ê di bin her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin.
Rojnamevanên jin ên girtî destnîşan kirin ku ew ê di bin her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin.
Rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna bi navendiya Enqereyê de di 29’ê Cotmehê hat kirin de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin, Gerînendeya Weşana Giştî ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînli û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin bi rêya parêzerên xwe peyam şandin.
'NIKARIN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN'
Peyamên rojnamevanên jin ên ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîn wiha ye:
Berîvan Altan: Armanca wan bêdengkirina rojnamevanan, çapemeniya azad e. Lê Çapemeniya Azad a ku ji salên 90’î û vir ve tevî kiryarên kujer nediyar (faîlî mechûl) bêdeng nemayî, bi van girtinan nikare bê bêdengkirin. Em ê bi dehan hevalên xwe yên nû kevneşopiya Çapemeniya Azad bidomînin.
Oznûr Deger: Çawa ku ji berê heta niha kevneşopiya Çapemeniya Azad, tevî zext, kuştin û girtinan dom kiriye, wê îro pêde jî nivîsandina heqîqetê bidomîne. Em şopdarên Gurbetellî Ersoz in, çar dîwar wê nekaribe pênûsên me ji destê me derxîne û wê Çapemeniya Azad jî bêdeng nemîne.
Ceylan Şahînli: Cihê ku em tê de ne wê nekaribe pêşiya rojnamevantiya me bigire. Weke şopdarên Apê Mûsa em ê li cihê ku lê hiştibûn bidomînin.
BANGA JI BO XWEDÎDERKETINÊ
Dîren Yurtsever: Sedema ku îro em tên girtin ji ber ku em rojnameger in. Ya ku em dikin ev e; parastina rojnamegeriyê ye, ne parastina xwe ye. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê şert û mercên rojnamegeriyê ji holê rabûne, hêviya me ji hevkarên xwe û ji hemû beşên civakê ew e ku rojnamegeriyê hembêz bikin. Operasyona têgihiştinê tê kirin. Lê ya sereke ku hewl didin bikin nixûmandina rastiyan e. Wexta me biçav kirin, hewl dan serê me bitewînin. Lê belê me serê xwe netewand û em ê netewînin. Nûçegihaniya heqîqetê bi israr didome û em dibêjin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Kêfa me xweş e û em baş in. Em spasiya her kesê ku piştevaniya me kir dikin. Em li ku dibin bila bibin em ê her binivisînin.
Habîbe Eren: Min û hevalên min di salvegera 99’emîn a komarê de di encama mîzansekê de girtin. Ev ne girtina min a cara yekemîn e û wê nebe ya dawî jî. Lê tenê dîrok xwe ne ji bo me dubare dike. Me carek din dît ku polîsan bi êşkenceyê me destgîr kirin. Dîrok wê ji bo wan jî dubare bibe. Em wek rojnamevanên jin, di her şert û mercî de rojnamevaniyê bikin û ji bo civakê heqîqetê binivisînin. Em ê hemû di rojên azad de hev bibînin. Em baş in, kêfa me xweş e û ez we hemûyan bi dilgeşî silav dikim.