Nobeda li ser sînorê Qamişloyê dewam dike: Gel wê rê nede dagirkeriyê

Di çalakiya li ser sînorê Qamişloyê de jî hate gotin, "Encam wê bêhempa be." Çalakgeran gotin, "Gelê berxwedêr wê destûrê nede dagirkeriyê."

NOBEDA LI SER SÎNOR

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên SMO'yê di roja 13'emîn de ye.

Girseya gel serê sibehê li qada çalakiyê li hev kom bû. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye" hatin qîrîn. Ji Êlihê gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN

Berdevkê Meclîsa DEM Partiyê ya Şaredariya Êlihê ya desteserkirî Beşîr Bîlîr berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir. Bîlîr got, "Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê têdikoşe. Lê belê her tim êrîş li vê daxwaza azadî û aştiyê tê kirin. Îro jî dewletên dagirker destûrê nadin jiyana bi hev re gelê Rojava. Gelê Rojava li hemberî vê têkoşîneke mezin dimeşîne û wê bimeşîne. Gelê Kurd dixwaze li xaka xwe mîna hemû gelan bijî. Ji bilî têkoşînê rêyeke cuda nîne. Bêguman ev têkoşîn wê dewam bike, em ê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be."

'GEL WÊ DESTÛRÊ NEDE'

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin nêzîkatiya Tirkiyeyê weke 'nêzîkatiya dagirkeriyê' pênase kir. Bêrîtan Guneş Altin got, "Gelê ku li ber xwe dide, têdikoşe, wê destûrê nedin dagirkeriya we ya li wê derê." Bêrîtan Guneş Altin got, "Tiştekî ji bîr dikin. Li wê derê îradeyek heye. Gelên li wê derê dixwazin xwe bi rê ve bibin. Kes nikare dest li îradeya xwerêveberiyê ya gelên li wê derê werde."

Bêrîtan Guneş Altin cejna Noelê ya Xiristiyanan pîroz kir û xwest cejn bibe wesîleya aştiyê.