TAJÊ: Heta jineke Êzidî mabe, em ê Şengalê vala nekin

TAJÊ têkildarî êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a doh li nêzî seytereya Cidalê ya Şengalê pêk hat daxuyaniyek da. TAJÊ êrîş şermezar kir û ragihand; “Îradeya jinên Êzidî ji hemû êrîşan mezintir e.”

Li Şengalê duh dewleta Tirk a dagirker bi balafirek bê mirov a bi çek li wesayîtekê da. Ev êrîşa dewleta Tirk dema ku Mîrê Êzdiyan Hazim Tehsîn Beg li Şengalê bû, pêk hat. Li hemberî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanek da û diyar kir ku bi van êrîşan ew ê dest ji axa xwe bernedin û şopdarê şehîdên xwe bin.

Li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Neam Eliyas ve hate dayîn.

Di serî de Neam diyar kir ku her roj balafirên dewleta Tirk li ser Şengalê ne û zarokên wan dikin hedef û got: “Çawa di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya di Tebaxa 2014’an de cîhan bêdeng ma, li hemberî van êrîşan jî herkes bêdeng e.”

Neam Eliyas destnîşan kir ku ew wek jinên Êzidî şopdarên şehîdan in wiha domand: “Em ê ti carî serî daneyinin û heta jineke Êzidî mabe, em ê Şengalê ji kesekî re vala nekin. Îradeya jinên Êzidî ji hemû êrîşan mezintir e. Di dema mîrê Êzidiyan li Şengalê bû de ev êrîş pêk hat, pêwîst e mîrê Êzidiyan li hemberî van êrîşan bibe xwedî helwest û li hemû dewletan daxwaza rawestandina van êrîşan bike.”