2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir

2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” dest pê kir.

2'yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve ku rêxistinên jinan ên ji çar aliyên cîhanê bi taybet Tevgera Jinên Kurd li hev dicivîne, bi beşdariya bi sedan delegeyên ji her parzemînê dest pê kir.

Konferansa ku li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê ya li paytexta Elmanya Berlînê bi dirûşmeya "Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê " tê lidarxistin, bi seremoniya vekirinê dest pê kir. Konferansa ku ji hemû pêkhateyan gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn, bi vekirina bi coş dest pê kir.

Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Melîke Yaşar, axaftina vekirinê ya konferansê kir. Yaşar bi bîranîna Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin û Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir û got: "Li dijî pergala serdest a mêr ji Îranê heta Arjantînê bi pêşengiya jinan berxwedaneke mezin heye. Em ê biryara avakirina siberoja xwe bidin. Pêwîstiya me bi rêyeke ku pergalê ji kokê ve têk bibe heye. Ji bo vê jî dem hatiye ku em hêz û enerjiya xwe li cihekî kom bikin û vê gavê biavêjin."

Melîke Yaşar axaftina xwe bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ya ku jinên Kurdistanê li dijî faşîzmê diyarî hemû cîhanê kirin, bi dawî kir.

Paşê, vîdyoya Konferansa 1’emîn a sala 2018’an li Frankfurtê hat lidarxistin, hate nîşandan.

Konferansa ku wê di roja ewil de, di bin 3 sernavan de bê nîqaşkirin, danê êvarê wê bi konsera muzîkê dewam bike.