Di konferansa jinan de banga piştevanî û têkoşînê

Rûniştina 2’emîn a konferansa jinan ku bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê” li Berlînê hat lidarxistin, bi atolyeyan dewam kir. Di atolyeyan de 8 mijarên cuda hatin nîqaşkirin û banga piştevanî û têkoşînê hat dayîn.

Rûniştina 2’emîn a Konferansa Jinan a Navneteweyî ku li Berlînê ya paytexta Elmanyayê ye bi dirûşmeya “Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê” ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve hat lidarxistin, bi atoleyeyan dewam kir.

Di çarçoveya atolyeyan de mijarên berxwedana li dijî Koça Neçarî, weke têkoşînek stratejîk azadiya jinan, Tenduristî, Aborî, Ekolojî, parastina Ziman û Çand, avakirina cepheyek li dijî faşîzmê û Perwerdeyê hatin nirxandin.

Beşdarvanên ji 41 welatên cuda, eleqeyek zêde nîşanî atolyeyan kir û têkildarî van mijaran nîqaş kirin:

1. Berxwedana li dijî Koça Neçarî: Ji bo parastina mafên jiyanê ya mirovên ku dixwazin li ku bijîn bila bijîn û pêşxistina têkoşîna li dijî pirsgirêkên ku koç bûye sedem. Bal hat kişandina ser cepheyê berxwedanê yê têkoşîna ji bo ku jin xaka xwe biparêzin û xwe azad bikin û têkildarî rêxistina berxwedana ku pêwîstiyan pêşwazî bike û piştevaniyê bi hêz bike.

2. Weke têkoşînek stratejîk azadiya jinan: Ji bo ku rêxistina polîtîk, çandî û aborî, organîzasyon û sazî (kesên li dora sînorên dewletê û ji dervey, têdikoşin) qadek bê avakirin, nîqaş hatin kirin.

3. Tenduristî: Di nîqaşan de hat gotin ku tenduristî yek ji qadên pergala baviksalar e ku xuliqkariya jinan desteser kiriye, wan tune dihesibîne û yan jî dike malê xwe. Hat destnîşankirin ku tenduristî li şûna ku di xizmeta kapîtalîzmê de be, bila li ser têgehek tibî xwe li gorî pêwîstiyên civakî rêxistin bike.

4. Aborî: Ji bo têgihiştina aboriyek alternatîf ku çavbirçîtiya kapîtalîzmê têk bibe, çi pêwîst e? Li ser vê pirsê nîqaş hatin kirin. Her wiha ji bo rêxistinkirina alternafên aborî yên ji dervey piyasa kapîtalîst, nîqaş hatin kirin.

5. Ekolojî: Têkildarî nêzîkatiya jinan a li têkoşîna ekolojîk û wê çawa têkoşînek a ku azadiya civakî û zayendî, bê pêşxistin axaftin hatin kirin.

6. Parastina Ziman û Çand: Di axaftinan hat gotin ku ku piranî jin rolê çand û ziman dilîzin û ji bo zindîkirina zimanên herêmî nîqaş hatin kirin.

7. Avakirian çeperek a dijî faşîzmê: Qala pêwîstiya avakirina çeperek a jinan a li dijî nîjadperestî, netewperestî û faşîzmê hat kirin.

8. Perwerde: Ji bo pêşengiya têkoşîna jinan, xwedî derketina li Xwebûnê ku xwedî felsefeya jiyanê û tê wateya xwe naskirinê. Di atolyeya Perwerdeyê de têkildarî vê yekê axaftin hatin kirin û hat gotin ku rêya herî girîng a serxistina vê yekê ew e ku jin pergalên xwe yên perwerdehiyê ava bikin.

Rûniştina 2’emîn a Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 2’emîn, wê bi guhdarkirina muzîkê bi dawî bibe.