Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket

Dadgeriya Înfazê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê Tûglûk ji girtîgehê derket.

Saziya Tiba Edlî (ATK) ya têkildarê girtiya nexweşa demansê siyasetmedar Aysel Tûglûkê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû ji aliyê dadgeriya înfazê ve hat erêkirin. Piştî biryara dadgeriyê Tûglûk T ji Girtîgeha Kandirayê ya Hejmar 1'ê derket.

Li ber girtîgehê malbata Tûglûkê, parêzerên wî, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, parlementera HDP'ê ya berê Bûrcû Çelîk, rêvberiên partiyê yên Kocaelî û Gebzeyê, MA-TÛHAYDER û gelek kes Tûglûkê pêşwazî kirin.