JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Dêrsimî li dijî tundiya mêr û şer meşiyan
Li Dêrsimê jin li dijî nelirêtî, newekhevî, tundî û şer meşiyan. -
Jinên Efrîn û Şehbayê li dijî tundiyê meşiyan
Jinên Efrîn û Şehbayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê meşiyan. -
Li Wanê meşa jinan: Em ê jiyana azad ava bikin
Jinên ku li Wanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê meş lidar xistin gotin, "Em ê tecrîdê bişkînin û jiyana azadîparêz a jinê ava bikin." -
Polîsên Tirk êrîşî çalakiya 25’ê Mijdarê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê polîsan êrîş birin ser çalakiya ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin. Rojnamevan Zeynep Dûrgût, Omer Akin û Rozgerîn Gultekîn û gelek jin hatin binçavkirin. -
Jinên herêma Firatê li dijî tundiyê daketin qadan
Jinên herêma Firatê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê ya Cîhanê meşiyan. -
Kongra Star: Em ê bi Jin Jiyan Azadî konfederalîzma jinê ava bikin!
Koordînasyona Kongra Starê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got: “Em ê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî konfederalîzma jinan a cîhanê ava bikin.” -
Di 10 salan de 1379 jinên karker ji ber cînayeta kar jiyana xwe ji dest dan
Li gorî ÎSÎG’ê ji 2013’an û vir ve herî kêm 1379 jinên karker di cînayên kar de jiyana xwe ji dest dan. -
Ayla Akat Ata peyama ‘25’ê Mijdarê’ da: Em ê teqez bi ser bikevin
Siyasetmedara girtî û aktîvîsta TJA’yê peyama 25’ê Mijdarê weşand, jinên berxwedêr silav kir û got: “Teqez em ê bi ser bikevin.” -
Milîsên KBDH’ê çalakiya sabotajê kirin
Milîsên Sakîne Cansiz ên KBDH’ê li dijî 3 febrîqeyên hilberandina plastîkan li Herêma Organîze Sanayî ya Bogazkoy a Stenboê çalakiya sabotajê kirin. -
Rewşen Mêrdîn: Em ê civaka azad biafirînin
Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariyeke mezin daye Tevgera Jinê û got: “Em ê civakeke azad biafirînin ku wê bi bîrdozî û felsefeya PKK’ê şêwe bigire.” -
Mêran di 10 mehan de 287 jin qetil kirin
JINNEWS’ê ragihand ku di 10 mehan de 287 jin hatine qetilkirin, 183 jin jî bi rengekî bi giman jiyana xwe ji dest dan. -
PAJK: 25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşînê ye
Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşîna hemû jinan e. Divê em hemû bi hev re xwe rêxistin bikin.” -
Cenazeyên gerîlayên YJA Starê hatin veşartin
Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Şernaz Kaplan û Emîne Kaplan ên li Mêrdînê şehîd bûne, hatin veşartin. -
Salvegera 45’emîn li Parîsê bi coş hate pîrozkirin
45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li banliyoya Evry a Parîsê bi coş hate pîrozkirin. Endamê KNK’ê Adem Ûzûn wiha got: “PKK mîlada ji dayikbûna Kurdê azad e, hêviya azadiyê daye hemû mirovahiyê.” -
Li Berlînê panel: Em ê têkoşîna xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bidomînin
Meclîsa Jinan a DEST-DAN li paytexta Elmanya Berlînê bi wesîleya 25’ê Mijdarê panelek lidar xist. -
‘Tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser tevahî civakê’
Endama Kordînasyona Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fehîma Hemo destnîşan kir ku rola Kongreya Star têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û got: “Tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser tevahî civakê.” -
‘Li Rojava jin pêşengên civakê ne’
Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a PYD’ê Sureye Mûstafa got, “Jin li Rojavayê Kurdistanê pêşeng in, lê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin her roj tên kuştin.” -
Hevseroka MSD'ê: Dema jin bi hêz bibin dikarin civakê biguherînin
Hevseroka MSD’ê Emîne Omer anî ziman ku jin her ku têkoşîna xwe xurt bikin û bi hêz bibin, dikarin di civakê de guhertin û veguhertinê ava bikin. -
Jinan ji bo 25’ê Mijdarê banga herikîna qadan kir
Jinên ku ji bo 25’ê Mijdarê amadekariyên xwe yên dawî dikin, bang li hemû jinan kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê biherikin qadan. -
Li Elmanyayê jin dadikevin qadan: Em ber bi şoreşê ve dimeşin
YJK-E’yê bi gotina “Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” bang li hemû jinan kir ku 25’ê Mijdarê dakevin qadan û bernameya çalakiyan a li Elmanyayê eşkere kir. -
Li Wanê di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê di 22 mehan de 23 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. -
Li Kurdistanê tundiya li jinan: Di salekê de bi dehan kuştin û mirinên ‘bi guman’
Şaxa ÎHD'a Amedê ragihand ku di sala dawî de li Bakurê Kurdistanê bi dehan jin hatine qetilkirin û herî kêm 34 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
Li Şengalê semînera li ser 25'ê Mijdarê
Li Şengalê bi wesîleya 25'ê Mijdarê semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de işaret bi rola jinên Êzidî ya di têkoşîna azadiyê de hate kirin. -
HBDH: Berxwedana li dijî serweriya mêr divê bê mezinkirin
HBDH'ê li ser 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, "Li dijî serweriya mêr û faşîzmê li her qadê divê ala berxwedanê bê bilindkirin. Hêzek nîne ku jin nikaribin pê." -
HPJ Jin: Em ê bi berxwedan û têkoşîna jinan serkeftinê tacîdar bikin
Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ew ê bi erk û berpirsyariya xwe azadiyê jinê mîsoger bikin.