KCDK-E: Em li hember êrîşên li dijî Elewiyan banga çalakiyê li her kesî dikin

KCDK-E, bang li her kesî kir ku êrîş û qirkiriên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tên protesto bikin.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî ya Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîş û qirkirinên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan daxuyaniya nivîskî da.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Tê plankirin ku bi qetlîamên wekî yên ku dewleta Tirk li Mereş, Roboskî û Madimakê pêk anî li dijî gelên Sûriyeyê bê kirin. Bi provakasyonên dewleta Tirk, çeteyên SMO’yê ku ji bermayên DAÎŞ’ê ne û yên Heyhet Tehrîr El Şamê li ser Elewiyan qetlîaman pêk tînin.

Rêveberiya HTŞ’ê ku li Sûriyeyê rêveberiyê di destê xwe de digire, çeteyên DAÎŞ’ê yên bi navê SMO, bi piştgiriya dewleta Tirk, her pêkhateya muxalif dike hedef. Wezîrê dest bixwîn ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di serdanên xwe yên Sûriyeyê de, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwaze li dijî baweriyên ciyawaz, jinan û gelê Kurd pêşiya provakasyon û qirkirinê veke.

Pergala netewa demokratîk û li ser xeta azadiya jinan ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê ve hatî avakirin, tevî hemû zext û astengiyan ev demeke dirêj e bi sempatiya gelan didome.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê, bi êrîşên qirker û dagirkeriyê modela jiyana hevpar a gelan asteng dike û da ku ev model li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê belav nebe, bi rêya çeteyên SMO’yê ku jêmayên DAÎŞ’ê ne provakasyonên xwe dişopîne.

Naxwazin ku pergala netewa demokratîk wekî modeleke akternatîf li tevahiya Sûriyeyê hêzên daxwaza jiyaneke azadîxwaz dikin li dor xwe kom bike û piştgiriya wan bigire. Netewa demokratîk wek modela jiyana hevpar, li ser xeta azadiya jinan û ekolojîk li Sûriyeyê wekî alternatîfa herî hêzdar disekine.

‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’

Li gelek deverên ku hêzên girêdayî HTŞ’yê lê serdest in, dewleta Tirk bi çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Elewiyan qetlîaman pêk tîne. Çete li pêş çavê tevahiya cîhanê li dijî Elewiyan qetlîaman pêk tînin û sûcê mirovahiyê dikin, lê hemû cîhan li van yekan temaşe dike.

Ligel çeteyên girêdayî dewleta Tirk, di serî de li Tartûs, Laziqiye, Hama û Hûmûsê li gelek deveran dest bi qirkirina Elewiyan kirin.

Ev êrîşên li dijî Elewiyan, êrîşên li ser çand, dîrok, bawerî û hebûna wan e. Heger pêşî li van êrîşan neyê girtin, dê li dijî baweriyên ev metirsî rû bide û di serî de jin dê li dijî hemû pêkhateyên civakî were sepandin. Loma di heman demê de armanca van êrîşan Kobanê ye.

‘TALÛKEYEKE MEZIN A QIRKIRINÊ HEYE’

Hêzên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî  û Konseya Ewropayê li şûna ku beşdarî pêvajoyê bibin û NY hêza xwe ya cezadarkirinê bi kar bîne, tenê temaşe dikin. Di serî de azadiya baweriyê, heger jiyana hevpar ya gelan neyê parastin, dê gel û bawerî bi talûkeyeke mezin a qirkirinê re rû bi rû bimînin.

Em wek KCDK-E, bi vê boneyê qetlîamên Mereş û Roboskiyê şermezar dikin û hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em banga mezinkirina berxwedan û têkoşînê li hemû gelên xwe û dostên xwe dikin ku li dijî qirkirina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser bawerî, netew û gelên cuda yên li Sûriyeyê pêk tîne û li dijî êrîşên topyekûn ên li ser gelê me, bi awayekî çalak beşdarî çalakiyan bibin.”