Kongra Star civîna xwe ya salane lidar xist

Kongra Star bi dirûşma "Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin û rêxistina xwe ava bikin" li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane lidar xist.

Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27’ê Çileyê de bi dirûşma ''Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman Em ê Tecrîdê Bişkînin û Rêxistina Xwe Ava Bikin”, civîna xwe ya salane li dar xist. Di kongreyê de biryarên ku par di nava salekê de hatibûn girtin her wiha çalakî û xebatên hatibûn meşandin, lawaziyên ku derketin pêş hatin nirxandin û bi analîz û rêdana bîrdozî hatin nîqaşkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Berdevka Kongra Star a Kongra Star Rîhan Loqo ve hat kirin. Rîhan Loqo, wiha axivî: “Em di şexsê hevrê û pêşenga me jinan Zelal Zagros û Nûda de hemû şehîdên azadiya Kurdistan û mirovahiyê bi bîr tînin. Wekî tê zanîn em di van rojên bi nirx de dijîn. Em di 26’ê Çileyê roja rizgarkirina Kobanê de di şexsê hevala Barîn de tevahiya şehîdên şoreşê bi minetdarî û bi rêz bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em vê rizgarkirinê li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û li hemû şervan û xebatkarên ku di nava vê şerê de kêlî bi kêlî têkoşiyan û berxwedan pîroz dikin.”

‘Meha Çileyê bi berxwedanî çalakî serkeftin û rizgarkirinê dagirtî ye’

Rîhan Loqo, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser salvegera 19’emîn a avakirina rêxistina Kongra Star û wiha got: “Em di şexsê hevrê Hevrîn Xelef, dayê Eqîde, dayê Emîne, Gulê Selmo, Fatma Hecî de, hemû hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin.” Rîham Loqo, di axaftina xwe de got ku meha Çileyê bi berxwedanî, çalakî, serkeftin û rizgarkirinan dagirtî ye û wiha got: “Di heman demê de 7’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ye, ji bo berxwedana serdemê em di şexsê şehîd Barîn de tevahî şehîdên berxwedana serdemê bi bîr tînin. Em pêşenga mezin hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla şaylemez bi bîr tînin. Bi vê boneyê em soza serkeftinê li pey şopa wan nû dikin û em ê asta têkoşînê bilind bikin. Em di vê kombûna xwe de ji bo bihêzkirina kar, têkoşîn û xebatê ji bo avakirina civakek û malbateke demokratîk soz didin.”

Piştre rapora xebata salekê pêşkêşî civînê hat kirin. Rapor ji aliyê berdevka Komîteya Perwerdeyê a Kongra Star Bêrîvan Yûnis ve hate xwendin. Piştî xwendina rapora xebata salekê, rojeva yekem a civînê bi nirxandina rewşa siyasî berdevam kir.

Pêşxistina têkoşîna jinan

Di civînê de hat diyarkirin ku li her bajarê ji bo çareseriya pirskirêkên jinan pêwîstî bi lêkolînên sosyolojîk heye û hat destnîşankirin ku ji ber rewşa şer a li herêmê berdewam dike, li gelek deveran ji bo perwerdeyên bîrdozî û avakirina kesayeta jinên di nava kar û xebatê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo eşkerekirina rewşa jin dijîn divê ragihandin zêdetir cih bide.

Hat ragihandin ku ji bo danîna çareseriyan encamnameya civînê wê di rojên pêş de ji raya giştî were eşkerekirin.