Şahida qirkirina Êzidiyan: DAÎŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk-PDK êrîş kir

Şahida qirkirina Êzidiyan Suad Mirad di konferansa li Parlamenta Ewropayê de axivî û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê bi alîkariya PDK’ê û bi destê dewleta Tirk êrîşî Şengalê kirin.”

Di konferansa jinan a li Parlamentoya Ewropayê hatî lidarxistin de, şahida êrîşên qirkirinê ya sala 2014’an Suad Mirad Xelef ku piştî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate revandin rizgar bû, axivî.

Panela destpêkê ya konferansê bi sernava ‘Naskirina Qirkirinê û Berpirsyariyên Neteweyî’ hate kirin.

Feleknas Ûca moderatoriya panelê kir. Ûca diyar kir ku ew ê di konferansê de guhdarî şahidên qirkirinê bikin û çi serê Êzidiyan hatiye wê ji wan bi xwe guhdar bikin.

‘BI ALÎKARIYA DEWLETA TIRK Û PDK’Ê ÊRÎŞ KIRIN’

Yek ji mexdûrên qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê sala 2014’an pêk anî, Suad Mirad Xelef diyar kir ku dema êrîşên qirkirinê destpê kirin, hêzên PDK’ê vekişiyan û got: “Evane hemû plankirî bûn.” Xelef bibîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê bi destê dewleta Tirk û alîkariya PDK’ê êrîşî Şengalê kirin û destnîşan kir ku beriya qirkirinê Şengal hatibû firotin. Suad Mirad Xelef diyar kir ku ji bo ku Êzidî xwe neparêzin, çekên wan jî beriya êrîşê hatibûn komkirin û got: “Ji xeynî yên hatin revandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin. Zarok û kal jiyana xwe ji dest dan. Ez bûm şahidê hovîtiya ku li jinên Êzidî hatî kirin. Jin li bazaran hatin firotin. Ez jî yek ji wan jinên ku hatin firotin, bûm. Yên civaka Êzidî parastin jî hebûn. Hêzên YPJ’ê û HPG’ê bi hewara me hatin. Piştî ku ez salekî di destê DAÎŞ’ê de mam, ez reviyam û tevlî hêzên parastinê bûm. Îro parastina Şengalê ji aliyê Êzidiyan ve tê kirin. Naskirina qirkirinê ji aliyê gelek welatan ve girîng e, lê gefa qirkirinê didome.”

Xelef bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û dagirker û got ku divê pêşî li van êrîşan bê girtin.

BERPIRSYARIYÊN PIŞTÎ QIRKIRINÊ

Şêwirmenda mafên mirovan û hiqûqa cezayê navneteweyî û parêzer Rojda Arslan têkildarî ku qirkirin di asta hiqûqa navneteweyî û siyasî de bê naskirin semînerek da.

Rojda Arslan bal kişand ser berpirsyariya welatên Ewropayê ya piştî naskirina qirkirina Êzidiyan û got: “Du wezîfeyên wan hene: Darizandina faîlên qirkirinê, parastin û divê pêşî li qirkirineke nû bê girtin.”

Rojda Arslan diyar kir ku li Elmanyayê bi sûcdariya qirkirinê darizandin hene û mehkûmiyet pêk tên û bi bîr xist ku DAÎŞ’iyên ku welatiyên 80 welatên cuda ne, hene. Rojda Arslan got: “Dadgeh rastî zehmetiyan tê, bi hikûmetekî re nirxandin nake. Ji bo lêkolînkirina van sûcan, komkirina îspatan û darizandinê koordînasyonek tune ye. Pêvajoyek demdirêj e.”

‘DIVÊ EWROPA GAV BAVÊJE’

Rojda Arslan qala mijara parastin û pêşîgirtina li qirkirinê kir û diyar kir ku îro gef dewam dike. Rojda Arslan ragihand ku hîna bi hezaran Êzidiyên ku di kampan de dijîn bêparastin in û got ku bi hezaran kes winda ne û ev jî tê wê wateyê ku ferman dewam dike.

Rojda Arslan got: “Ji bo pêşîgirtina li qirkirineke nû, divê destpêkê dewletên Ewropayê yên qirkirin nas kirine, ji bo parastina civaka Êzidî gav bavêjin.”

‘WELATÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAÎŞ’Ê DIVÊ HESAB BIDIN’

Marîon Boker ku di derbarê pirsgirêkên mafên mirovan û zayendî, sûcên şer ên li dijî jinan û berpirsyariya navneteweyî de dîrektora şêwirmendiyê ye, wiha got: “Êdî pêwîstiya me bi siyaseteke femînîst heye.”

Marîon Boker anî ziman ku DAÎŞ, El Qaîde û çeteyên mîna wan dijminê jinan e û ragihand ku têkîliya van bi dewletên cuda re jî hene.

Marîon Boker ev tişt jî got: “Dewletên ku piştgiriyê didin van çeteyan û çek didin wan, divê hesab bidin. Divê faîlên qirkirinê bên darizandin. Ji bo naskirina statuya Şengalê û avakirina wê ya ji nû ve, divê guh bidin Êzidiyan.”

‘DIVÊ QADA HEWAYÎ YA ŞENGAL Û ROJAVA BÊ GIRTIN’

Marîon Boker ragihand ku piştî naskirina qirkirinê divê Yekîtiya Ewropayê û welatên wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û anî ziman ku çawa ji bo Ûkraynayê gav hat avêtin, divê ji bo Êzidiyan jî bikevin nava liv û tevgerê. Marîon Boker xwest ku tazmînat bê dayîna yên ji qirkirinê rizgar bûne û got: “Bi vî rengî dikarin ji xwe re siberojekê ava bikin û vê yekê biparêzin. Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî divê qada hewayîya Şengal û Rojava ji balafirên şer ên Tirk re bigire. Divê statuya Şengalê bê naskirin.”

Di rûniştina dawî ya piştî nîvro de, wê têkildarî avakirina ji nû ve û naskirina rêveberiya xweser semîner bên dayîn. Konferans wê di saetên êvarê de bi encamnameyekê bi dawî bibe.