DEM Partiyê namzetên xwe yên jin ên ji bo hevşaredariyê da nasandin

Di civîna danasîna namzetên jin ên hevşaredariyê de Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî û berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê silav kir.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo danasîna namzetên xwe yên jin ên ji bo hevşaredariyê, li Amedê civînek lidar xist. Civîn li oteleke li bajêr pêk hat û tevî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar gelek kes tevlî bûn. Li salona civînê pankartên bi nivîsa "Bi îradeya jinê ber bi demokrasiya xwecihî ve", "Dema jinan vîna jinan" û "Demê ciniyan îradeyê ciniyan" hatin daliandin. Her wiha bi 11 zimanan jî pankartên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" û "Li dijî tundiya dewlet a mêr, bi îradeya jinê demokrasiya xwecihî" hatin daliqandin.

Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî. Turkoglû diyar kir ku wan şahidiya kêliyên dîrokî kirine û got ku bi vê hêvî û moralê diçin hilbijartinên 31'ê Adarê. Bi domdarî Turkoglû destnîşan kir ku bi pêşhilbijartinan pîrozbahiya demokrasiyê lidar xistine û hemû beşdar silav kir. Turkoglû da zanîn ku wan bi feraseta demokrasiyê ji asta herêmî destpê kirine û ev tişt anî ziman: “Bi vê kelecanê em ber bi hilbijartinê ve diçin. Me vîna xwe ya ji bo hilbijartina herêmî nîşan da. Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. Pergala hevserokatiyê ya ku me di warê siyasî de pêk anî, nûnertiya wekhev û hevserokatiyê jî di nav de ye, îro ketiye meriyetê. Ev modêl ne tenê ji bo jinan di meriyetê de ye. Ev pergal rê dide ku mêr jî bêyî kedxwariyê di jiyana wekhev de cih bigire. Zîhniyeta yekperest û feraseta netewedewletê ya ku heta îro bi hişmendiya serdest a mêr hatiye, hewl dide bi pêş bikeve. Îro ev feraset bi rêya qeyûman hewl dide xwe ava bike. Ev modêl jî modêla jinê ye."

Di berdewamê de Turkoglû bilêv kir ku hikûmetên heyî zayendperest in û ev nirxandin kir: “Qada me di rêveberiyên herêmî de ava kiriye vê hikûmetê dihejîne. Ev modêl di heman demê de qonaxa têkoşîna jinan a bi hezaran salan nîşanî me dide. Nêzî 200 sal in di navbera mafê dengdanê û mafê nûnertiyê de cudahî heye û li hemberî vê yekê têkoşîn jî heye. Pergala me ne tenê ji têkoşîna jinên kurd ên li Kurdistanê, ji têkoşîna jinên cîhanî jî feyz digire. Hevserokatî xeta me ya binefşî ye, sedema têkoşîna me ye. Çiqas êriş bikin jî m ê têbikoşin. Namzeta me ya Sêrtê Safiye Alagaş diviyabû îro li vir bûya lê hate binçavkirin. Ne rojnamegerî ne jî hevserokatî sûc e. Em ê ji bo vê têbikoşin.”

Turkoglû, daxuyand ku desthilat dixwaze bi tayînkirina qeyûman rejîmeke yekperest bide avakirin û destnîşan kir ku ew ê di 31’ê Adarê de qadên civakî û siyasal dîsa ava bikin. Turkoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ewil em ê qeyûman bişînin. Niha gelek hevalên me yên ku pergala hevserokatiyê xistine meriyetê di girtîgehan de ne. Desthilatê gelek saziyên me yên jinan girtin. lê em ê dîsa wan vekin. Li Amedê tundiya li dijî jinan zêde bûye û sedem jî qeyûm in. Navendên jin û ciwanan bûne cihê tiryakê. Her wiha tax jî kirine cihê tiryakê. Em ê hesaba vê yek bi yek bipirsin.”

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka bi rêyên demokratîk silav kir û got, "Ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û aştiyê, hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Em ji bo jiyaneke nû ava bikin dimeşîn û em ê bedel jî bidin. Weke DEM Partiyê em ê polîtîkaya xwe ya rêya 3’yemîn bixin meriyetê."

Piştî axaftina Turkoglû, sînevîzyon hat nîşandan. Şaredara Dêrikê ya Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) Ayşe Karadag silav da beşdaran. Herî dawî jî strana jinan a DEM Partiyê hate parvekirin.