Li Parlamenta Ewropayê Konferansa Jinên Êzidî: Divê statuya Şengalê bê naskirin

Li Parlamenta Ewropayê bi navê 'Jinûve avakirina civaka Êzidî ya di bin gefa qirkirinê de ye' konferansek pêk hat. Di destpêkê de işaret bi komkujî û daxwazên Êzidiyan hate kirin û hate xwestin, ku êrîşên dewleta Tirk bêne rawestandin.

Konferansa li Parlamenta Ewropayê ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve tê lidarxistin û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan piştgiriyê didin konferansê. Rûniştina destpêkê ya konferansê bi moderatoriya Shîlan Badal Kheder ve hate kirin. Shîlan Badal Kheder têkildarî naverok û armanca konferansê agahî da û got, "Ji bo careke din trajediyên bi heman rengî rû nedin, em ê hewl bidin."

Beriya destpêkirina panela destpêkê Berdevka SMJÊ'yê Nûjiyan Gunay axivî û qala destketiyên Êzidyan kir ku di nava 10 salên dawî de bi têkoşîn û berxwedanê bi dest xistin.

JINÛVE AVAKIRIN

Nûjiyan Gunay got, "Divê herêma Şengalê di asta navneteweyî de bê naskirin" û ji bo mexdûrên qirkirinê jî xwest, tedbîrên şênber bêne wergirtin. Nûjiyan Gunay dstnîşan kir ku modela xweseriya demokratîk a li Şengalê ji bo çareseriyê modeleke. Nûjiyan Gunay got, "Ji bo mexdûrên qirkirinê karibin jiyana xwe jinûve ava bikin, divê alîkariya madî bê kirin. Ji bo pêşîgirtina li êrîşan divê qada hewayî bê girtin. Kiryarên qirkirinê divê di asta navneteweyî de bêne darizandin. Divê Êzidîtî weke olekî cuda bê qebûlkirin."

'GEF DEWAM DIKE'

Endama Parlamenta Ewropayê Katrîn Langensîepe ya ji KESK EFA, anî ziman ku gefa li ser Êzidiyan dewam dike û li dijî jin û zarokan şerek tê meşandin. Katrîn Langensîepe bûyerên ku di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi serê jinan ve hatin, bi bîr xist.

'JI BO EWLEHIYA ÊZIDIYAN DIVÊ MEKANÎZMAYEK BÊ AVAKIRIN'

Parlamenterê Federal ê Belçîkayê Georges Dallemagne anî ziman ku wan li ser Êzidiyan rapor amade kirine, serdana wan kirine, li Parlamenta Brukselê qirkirina Êzidiyan hatiye qebûlkirin lê belê divê ji aliyê hikumetê ve jî bê qebûlkirin.

Georges Dallemagne ragihand ku welatiyên Belçîkayê jî di nav de wan kesên tevlî qirkirinê bûne teşhîs kirine, bi Elmanyayê re li ser vê mijarê dixebitin û got, "Ev konferans ne tenê bîranîneke. Trajedî hîn jî dewam dike, hîn jî bi hezaran Êzidî li kampan e. Piştî qirkirinê bi 10 salan, divê em ji bo vî gelî çareseriyekê peyda bikin. Ji bo ewlehiya Êzidiyan divê çareseriyek bê peydakirin. Em li ser vê mijarê hevdîtinê bi rayedarên Belçîka û Ewropayî re hevdîtinê dikin."

Georges Dallemagne got, "Dixwazim bi dengekî bilind bang bikim. Di asta xwecihî, herêmî û navneteweyî de divê mekanîzmayeke parastinê bê avakirin. Divê gel li warê xwe vegere. Ji bo avakirina mekanîzmaya ewlekariyê divê bi Êzidiyan re kar bê kirin."

DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN HEV

Endama Kesk a EFA ya Parlamenta Ewropayê Lorena Lopez de Lacalle jî bi bîr xist ku gelek parlamentan qirkirin nas kirine û got, "500 hezar kes ji ber qirkirinê ji cih û warê xwe bûn. Şengal warê Êzidiyan e."

Lorena Lopez got, "Divê em piştgiriyê bidin hev" û berxwedana jinên Êzidî, piştevanî û hewldanên jinûve avakirinê silav kir.

Lorena Lopez ragihand ku naskirina qirkirina Êzidiyan li parlamentayan girîng e, lê belê gavên ji niha û pê ve bêne avêtin girîng in û got, "Rêxistiniya Êzidiyan ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya herêmê girîng e." Lorena Lopez bi gotina "Jin, Jiyan, Azadî" gotina xwe qedand.

'DIVÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BÊNE RAWESTANDIN'

Ji Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (GÛE/NGL) Ozlem Demîrel jî diyar kir ku Êzidî ku çand û baweriyeke kûr e, tenê bi komkujiyan dikeve rojevê û rexne li Yekîtiya Ewropayê kir ku dema çeteyên DAÎŞ'ê dest bi qirkirinê kir, bêdeng ma.

Ozlem Demîrel anî ziman ku qet qala êrîşên dewleta Tirk nayê kirin û got, "Dixwazim ku pêşî li êrîşên hewayî bê girtin. Ew balafirên şer ji bo şer li wê derê ne." Ozlem Demîrel diyar kir ku cihê matmayinê ye ku hîn jî balafir ji Tirkiyeyê re têne firotin û got, "Divê şert û mercên jiyaneke aştiyane ji bo hemû gel, civak, bawerî û zayendan bê avakirin." Ozlem Demîrel bi taybetî xwest ku êrîşên dewleta Tirk bêne rawestandin û çek ji Tirkiyeyê re neyên firotin.

Ji EWL'ê Mary Collîns jî destnîşan kir ku pirgirêk bi ajandayeke femînîst dikare bê çareserkirin.

Konferans wê tevahiya rojê bi gelek panelan dewam bike.