BI DÎMEN

'Rêber Apo lêgerîna me ya azadiyê xurt dike'

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya herî mezin a sûdwergirtinê ye û gotin, "Em hêz û manewiyata xwe ji Rêberê xwe werdigirin."

Gerîlayên YJA Starê Delîla Botan û Medya Kobanê nêrînên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd ji bo gelên cîhanê têdikoşe.

Gerîlaya YJA Starê Delîla Botan got, "Dema ku Rêberê me tê gotin, nirxên mirovahiyê têne bîra mirovan" û wiha dewam kir, "Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê di heman demê de ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyê destnîşan dike. Bi nirxên mirovahiyê xwe jinûve diafirîne. Dema ku mirov nêrînên Rêbertî dixwînin, ked, rastiya wî ya xwezayî bala mirovan dikişîne. Dema ku jiyanê pênase dike, ji tecrûbeyên xwe, ji encamên ji jiyanê wergirtî dinirxîne û pênase dike. Ji ber vê yekê lêgerîna me ya azadiyê jî xurt dike. Mirov ji mejiyê qirêj, ji kesayetiya şexsî ya kapîtalîzmê paqij dibe."

Medya Kobanê jî got, "Rêbertî ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girê da, ji bo me çavkaniya herî mezin a sûdwergirtinê ye. Salên dûr û dirêj xwe ji bo gelê xwe feda kir, azadiya jinê gihand asta herî bilind ku ev yek berpirsyariyên me mezin dike. Civak ji te re dibêje 'Tu bi kêr nayê', lê Rêbertî azadiya civakê bi azadiya me ve girê dide. Ev yek hesteke cuda ye. Rêber Apo ji bo me, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke gelekî mezin e ku bi gotinê nayê vegotin. Em hêza, moral û manewiyata xwe ji Rêberê xwe werdigirin."