SKB: Ji bo piştgiriya jinên girtî em di greva birçîbûnê de ne

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ragihand ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya jinên girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê wê li 4 welatên Ewropayê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.

Bi pêşengiya Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê (SKB), Ciwanên Têkoşîn û Platforma Dengê Girtiyan, wê li bajarên Koln ê Elmanyayê, Parîsê yê Fransayê, Basel ê Swîsreyê û London ê Îngilistanê di navbera 2-4 Sibatê de 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin. 

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew xwedî li grevên birçîbûnê yên girtiyên Tevgera Jinên Kurd ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û daxwazên 61 jinên girtî yên li Girtîgeha Evînê derdikevin.

Daxuyaniya SKB’ê wiha ye:

“Girtiyên siyasî yên Tevgera Azadiya Kurd ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji bo şermezarkirina şert û mercên tecrîd û îşkenceyê nêzî 70 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîd û zextên li girtîgehan, bi taybetî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên ku bi salan e destûr nadin malbat û parêzerên xwe re têkilî daynin û nikarin ji hemû  mafên xwe sûdê werbigirin, hatiye destpêkirin.

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî jinên girtî yên Tevgera Jinên Kurd di greva birçîbûnê ya giştî de ne. Em xwedî li daxwazên wan derdikevin, banga bidawîkirina tecrîdê û azadiya girtiyên siyasî dikin.

Li ser van daxwazan em weke Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê di 2-3'ê Sibatê de li 4 welatên Ewropayê, li bajarên Koln ê Elmanyayê, Parîsê yê Fransayê, Basel ê Swîsreyê û London ê Îngilistanê di 2-3- 4’yê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin. Weke Yekîtiya Jinên Sosyalîst em bi AVEG-KON, YS û TSP’ê re dikin.

Ne tenê di girtîgehên Tirkiyeyê de, îro li Îranê piştî ku Jîna Emînî ji aliyê rejîma Mela ya faşîst ve hat qetilkirin, şoreşgerên Rojhilat di girtîgehên Îranê de tên girtin û tên îdamkirin.

Di hefteyên dawî de 61 girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Êvînê ya Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Herî dawî ji bo protestokirina înfazên li girtîgeha Meşhedê, aktîvîsta jin a Kurd Sakîne Pervaneh û Zeynep Celaliyan ku li girtîgeha Êzdê di bin tecrîdê de ne, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên li girtîgeha Êvînê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Weke Yekîtiya Jinên Sosyalîst em radigihînin ku em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên jinên Rojhilat.

Em bang dikin ku tecrîda li ser girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê demildest bê rakirin, ji girtiyên siyasî re azadiyê dixwazin.”