BI DÎMEN

Konferansa Jinên Êzidî bi 15 xalan bang li cihanê kir

Encamnameya konferansa ku ji aliyê rêxistinên jinên Kurd ên Êzidî ve li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê hate lidarxistin, hate eşkerekirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Parlamentoya Ewropayê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de fermanên Êzidiyan bi taybetî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate kirin, hatin vegotin û li ser avakirina rêveberiya xweser, rewşa Şengalê, veger û êrîşan jî axaftin hatin kirin.

Di encamnameya Konferansa Jinên Êzidî ya li Parlamenta Ewropayê de bal kişand ser rewşa qirkirin û qirkirina jinên Êzidî yên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya 3’yê Tebaxa 2014'an.

Di konferansê bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê hat kirin ku trajediya civaka Êzidî hatiye jiyîn weke jenosîdê bi fermî nas bikin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha ji bo parastina ewlekariya gelê Êzidî, mafên jinan û parastina çandî banga lezgîn hat kirin.

QIRKIRIN Û QIRKIRINA JINAN BI HEV RE RÛ DAN

Di daxuyaniya dawî ya konferansê de hate destnîşankirin ku di sala 2014’an de qirkirin û qirkirina jinê bi hev re rû dane û wiha hate gotin: “Bi hezaran sal in jinên Êzidî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûne parêzvanên çand, ziman û nasnameya Êzidiyan. Jinên Êzidî di aliyê bîr, bawerî û nasnameya civakê de li ser bingehên dîrokî ne. Têkiliya komkujî û qirkirinê nîşan dide ku hebûna civaka Êzidî di bin xeteriyeke cidî de ye.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku îro jî bi hezaran jinên Êzidî li bazarên welatên cuda weke kole tên firotin. Hat gotin ku Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji komkujiyê berpirsyar in û hat xwestin ku ev yek bê zelal kirin.

Di konferansê de ji bo pêşîgirtina li qirkirin û qirkirinên nû yên li Şengalê ev biryar hatin girtin:

1. Em bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê dikin ku li ser îdiayên ku di raporê de cih digirin lêkolîn bikin. Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û gelek meclîsên neteweyî, hovîtiya li Şengalê weke jenosîd qebûl kirin. Her wiha em bang li parlementoyên din û saziyên navneteweyî jî dikin ku qirkirinê bi fermî nas bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku dewlet û saziyên ku qirkirinê nas dikin ji bo darizandina berpirsyaran bikevin nava tevgerê. Ji bo azadkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên niha di destê DAÎŞ’ê de ne, divê hewldanên navneteweyî bên kirin. Her wiha divê astengiyên heyî bên rakirin da ku gelê Êzidî yê di fermana 74’an de neçar man cih û warên xwe biterikînin û di nava şert û mercên dijwar de dijîn, karibin vegerin ser axa xwe.

2. Em daxwaz dikin ku bang li PDK’ê were kirin ku bi rêyên cuda gavên vegera gelê Êzidî zehmet dike rawestîne. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku ji bo tazmînata ziyanên şer, paqijkirina mayinên li kampên ji aliyê çeteyan ve hatine danîn û jinûve avakirina bajarê wêrankirî yê Şengalê, piştgiriyê bidin.

3. Li dijî welatên ku destekê didin rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê bi taybetî jî Tirkiyeyê ti lêpirsîn û doz nehatiye vekirin. Ev rewş ne tenê şerm e, rê li ber komkujiyên nû jî vedike. Em girîngiyê didin rapora bi navê “Berpirsyariya Dewletê û Qirkirina Êzidiyan” ku ji aliyê Komîteya Edaletê ya Êzidiyan (YJC) ve di Tîrmeha 2022’yan de hat weşandin.

Konferansa 4’emîn, welatên ku fermana 74’an wekî qirkirinê nas dikin silav dike û bang li wan dike ku êrîşên dewleta Tirk bi siyaset, dîplomasî û hiqûqê rawestînin.

5. Di konferansê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamentoya Ewropayê (PE) hat kirin ku bi lez û bez bûyerên li dijî Êzidiyan ên di sala 2014’an û şûnve bi rêya dadgeh an forumên navneteweyî lêkolîn bikin û berpirsyarên komkujiya Êzidiyan bên darizandin.

6. Di konferansê bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Ewropayê hat kirin ku bi peymana 9'ê Cotmehê ji ber berjewendiyên jeostratejîk konsepta tinekirina Êzidiyan û berdewamiya kuştina jinan betal bikin û wê weke berdewamiya qirkirin û qirkirina jinê bibînin. Çareseriyê bi rêxistin û saziyên Êzidî yên li Şengalê re bê dîtin.

7. Di konferansê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîsyona Jinan a Yekitiya Ewropayê hat kirin ku derbarê welatên ku bazirganiya jin û keçên Êzidî dikin bi lêkolînên taybet diyarkirin û rêyên hiqûqî bên destpêkirin.

8. Di konferansê de bang li Parlamentoya Ewropayê hat kirin ku ji bo qirkirinên jin di pêşerojê de nesin nava hesabên eostratejîk û jeopolîtîk, 3’yê Tebaxê weke roja femînîsîda ser jinê destnîşan bike.

9. Di konferansê de bang li dewletên ku fermana 74’an a li dijî Êzidiyan weke jenosîd nas dikin hat kirin ku mafê çarenûsa Êzidiyan di nav sînorên Iraqa federal de bê misogerkirin.

10.Ji bo ku Êzidî li cih û warên xwe bi ewle bijîn, pêwîstî bi sererastkirina binesaziya ku di sala 2014’an de hatiye xerakirin heye.

11. Di konferansê de bang hat kirin ku PDK, Êzidiyan û bi taybetî jinên Êzidî yên di kampên Başûrê Kurdistanê de ne weke dîl dibîne, divê dev ji gefxwarinê û dîlgirtina Êzidiyan berde û bihêle ku gelê Şengalê vegere ser axa xwe.

12. Di konferansê de banga qedexekirina firîna balafirên şer ên li ser Şengalê hat kirin û her wiha êrîşên dronan ên li ser sivîlan bên kontrolkirin û rawestandin hat kirin.

13. Di Konferansê de tê xwestin ku li Ewropa û cihanê dev ji polîtîkayên sînordarkirin û krîmînalîzekirina her cure siyaset, xwerêveberî û rêxistinên Kurdan bê berdan û dawî “terorîzekirina” berxwedana azadiya Şengalê bê anîn.

14. Di konferansê de bang li UNESCO’yê hat kirin ku bermahiyên çandî û dîrokî yên Êzidiyan wekî Mîrateya Cîhanê nas bike û ji bo parastina wan di mekanîzmayên navneteweyî yên têkildar de bixebite.

15. Di Konferansê de hat xwestin ku baweriya Êzdiyatiyê  li hemû cîhanê û bi taybet li Iraqê fermî were qebûlkirin.